BIYOGRAFIYA SIYONÎSTEKÎ SOSYALÎST BERL KATZNELSON (1887- 1944)
Stokta (100 adet)
Açıklama

Berl Katznelson (1887-1944) yek ji damezrêner û aqilmendê siyonîzma sosyalîst; avakarê saziyên civaka cihû ya li Filistînê ye ku paşê bûn bingeha dewleta Israîlê. Edîtorê rojnameya Davarê (1925) ku heta sala 1996an weşana xwe domand û şikil da fikir û cîhanbîniya tevgera sosyalîst; avakar û yekemîn edîtorê weşanxaneya Am Oved ku aniha jî yek ji mezintirîn weşanxaneyên li Israîlê ye; endamekî çalak ê Kongreya Siyonîst a Cîhanê.

Berlê ku li bajarê Bobruiskê yê Ûrisyaya Spî hat dinyayê, di xortaniya xwe de pêşî ket nav çendîn tevgerên sosyalîst şoreşger ên li Ûrisyayê. Piştî têkçûna Şoreşa 1905an a li Ûrisyayê fikra siyonîzmê pê re xurt bû û di 1909an de koçî Filistînê kir. Jiyana wî ya ji vê salê şûn de bi tevahî li Filistînê di xizmeta avakirina civakeke cihû ya xebatkar, serbixwe, wekhev û demokratîk de derbas bû.

Berxwedana avakar û bêşîdetî rêgezên wî yên sereke bûn di têkiliyên navbera tevgera siyonîst û ereban de, û di têkiliyên navxweyî yên civaka cihû de.

Israra wî ya di serxwebûna întelektuelî de kir ku sosyalîzmê li gor şert û mercên Filistînê şîrove bike û rêbazên resen pêşkêş bike bo civaka cihû ya li Filistînê. Kibbutzên ku yek ji avakarên wê ye (1910) û di geşbûna wan de xwedan roleke diyarker e, yekemîn modela serketî ya tetbîqkirina rêgezên sosyalîst e, bêyî xwîn bê rijandin û şîdet bê emilandin. Modela kibbutzan, yek ji stûnên civaka cihûyan a li Filistînê û dûre ya Israîlê, dikaribû bibe model bo hemû civakên di nav lêgerîna, jiyaneke nû, wekhev û birûmet, lê antîsemitîzma xurt û berbelav nehiştiye ev modela serketî bê dîtin û di dîroka tevgera sosyalîst a cîhanê de vê modelê elaqeya ku heq kiriye nedîtiye.

Ev biyografiya li ber destê we ku dikare wek mînakeke hostatiya biyografnûsiyê bê dîtin, ruhê serdemekê, tevî hemû nakokî, tevlihevî û çeşîtdariya xwe, pir baş zevt dike û li ber me radixe: Ji Ûrisyaya dawiya sedsala 19mîn û ya destpêka sedsala 20mîn, şoreşgeriya ûrisan bigre heta Aliyaha Duyem, Şoreşa Cotmehê, îdealîzma siyonîst-sosyalîst, çeşitdariya li nav civaka cihûyan bi xwe, nîqaşên wan î mezin û têkoşîna ji bo desthilatdariya nav tevgera siyonîst û helbet herdu şerên cîhanê…

Dili
Kurdî-Kürtçe
Sayfa Sayısı
434
Boyut
13.5*21.5
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2023
Baskı
1
Çeviren
Fahriye Adsay
Resim Sayısı
1