BIRCA BÊDENGIYÊ
Stokta (100 adet)
Açıklama
<p><span style="font-family: georgia, palatino; font-size: 0.9em;">“Dema nivîskar di vî çaxê şevê de, li guhê vî bajarê tenha çîroka xwe dihûnand, ji bo nivîsandina rastiyê qet serê xwe neêşand. Çimkî ji zû de fêr bûbû ku tiştekî bi navê rastiyê tuneye. Dema te ji dûr ve bala xwe dida, bi carekê re dihat fêhmkirin ku, ev hemû tiştên tên vegotin, ji bilî bêdengiyeke mezin pêve, ne ti tişt in. Dema we ev çîrok xwend û hûn carinan li şerê balindeyên ku nikilên xwe yên xwînî bi baskên xwe paqij dikin rast hatin, û dengê pirtepirta perikên wan hat guhê we, ecêbmayî nemînin.</span></p>
<p><span style="font-family: georgia, palatino; font-size: 0.9em;">“Çimkî çîrokbêjekî zîrek, dizane ku, dive giyanê xwe jî tevlî çîrokê bike. Û jixwe dizane çîrok ne ew loda peyvan e ku hema wisa li ber hev rêz bûne. Niha jî mirî, di wê Birca Bêdengiyê ya li serê vî çiyayî ku tenê di çîrvanokan û kûrahiya dîrokê de maye, sekinî ne. Dema xwîner, van tiştên tên gotin di xeyala xwe de bîne ber çavên xwe, wê tirseke wilo bikeve dilê wî ku rayên pişta wî bên qetandin. Ji tirsan, dê mûyên wî zîç bibin. Û wê hingî têbigihe, divê çîrokbêjekî serkeftî, di heman demê de dilhişk be.”</span></p>
Dili
Kürtçe / Kurdî
Sayfa Sayısı
104
Boyut
13 x 19.5 cm
Basım Yeri
İstanbul
Basım Tarihi
2020
Baskı
1
Çeviren
Süleyman Akkuş
Resim Sayısı
1