BIALIK TEWRAD Û EDEBIYATA NETEWEPERWERIYÊ
Stokta (100 adet)
Açıklama

Ev kitêb bi dû jiyan û şiîra Hayim Nahman Bialik (1873-1934) dikeve di nav peywenda
edebiyata neteweyî ya Ewropaya navbera Şoreşa Fransayê û Yekem Şerê Cîhanê û
destnîşan dike bê çawa vejîna ibranî wek zimanekî axaftinê han daye û alîkariya
afirandina çandeke ibranî ya modern a neteweyî kiriye.
Nivîskar bi paşxaneya Bialik a li Împaretoriya Çarîst dest pê dike û bêhêzbûna cihûyan
îzeh dike di peywenda Ewropaya Rojhilat a dawiya sedsala nozdemîn de. Her ku antî-
semitîzm xurt dibû, Bialik li ser bingeha Kitêba Pîroz û nerîta xexaman bi şiîrên neo-
pêxemberane, şiîrên evînê, şiîrên ji bo zarokan û şiîrên gelêrî xitabî tatêlên cihûyan kir û
di nav tevgera îbranî ya neteweyî de derket pêş. Ev kitêb wergera gelek şiîrên temsilî
yên Bialik jî pêşkêş dike. Ligel vê, çendîn şairên neteweyî yên Ewropayê jî tên
nirxandin, mîna ji Yewnanistanê Solomos, ji Polendê Mickiewicz, ji Ukreynê Şevçenko, ji
Sirbistanê Njegoš, ji Meceristanê Petőfi û ji Ayrlendê Yeats. Aberbach angaşt dike,
Bialik, wek şairekî cihû yê neteweyî, him di warê siyasî him di warê çandî de nikare bê
famkirin bêyî cot-peywenda neteweperweriya cihûyan a qedîm û neteweperweriya
ewropî ya modern.
Ev kitêba ku bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin wê bala wan kesan bikşîne ku li ser
neteweperweriya ewropî ya modern, edebiyata ibranî, dîroka cihûyan û antî-semitîzmê
dixebitin.
David Aberbach Profesorê Emeritus ê Ibranî û Xebatên Berawirdî ye li Zanîngeha
McGill, Montrealê û Mêvanê Şerefê ye li Înstîtuya Jîngehê ya Guherînê ya li Oxfordê.
Surviving Trauma: Loss, Literature, and Psychoanalysis(1989); Charisma in Politics,
Religion and the Media (1996); National Poetry, Empires and War (2016); û
Nationalism, War and Jewish Education (2018) hin ji kitêbên wî ne.

Dili
Kurdî - Kürtçe
Sayfa Sayısı
336
Boyut
13.5 x 21.5
Basım Yeri
Berdan Matbaası - İstanbul
Basım Tarihi
2024
Baskı
1
Çeviren
Fahriye Adsay
Resim Sayısı
1