ANTOLOJIYA ÇÎROKÊN KURMANCÊN BAŞÛR
Stokta (100 adet)
Açıklama

Piştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin û nivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi Kurmanciya jêrî bûn. Kovar, rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî, di wan salan de, xortên Kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendîn nivîskarên Kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendîn romanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînan ronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata Kurmanciya jorî gelekin û eve jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve.

Yekem pirtûka kurteçîrokan li Kurdistana Başûr, bi Kurmanciya jorî, di sala 1972ê de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendî ve hate çapkirin û di sala 1979ê de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gihande çapê, piştî hîngê her sal çendînên din jî karwan pêş de dibir.

Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne û hindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekî sist nivîsîne û kêmasiyên rêzimanê dinav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet ûşîretan dikin. Ji aliyê form û naverokê ve, lawaz û qels in, lê roj bi roj ber bi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniya nivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniya cotkar û hejaran e û mirovê Kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat û xweragirtinê. Her wesa giriftarî û problemên rojane yên, jin û mêran, perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxwaza edaleta civakî û wekheviya mirovî dikin.

Ev pirtûke, bi tenê berhemên devera Badînan himbêz dike û pirraniya wan bi tîpên Erebî ne. Di antolojiyê de devoka nivîskaran hatiye parastin.

Cemîl Oguz, diyarname.com, 12.02.2012

Dili
Kürtçe / Kurdî
Sayfa Sayısı
208
Boyut
13.5 x 21.5 cm
Basım Yeri
Berdan Matbaası, İstanbul
Basım Tarihi
2011
Baskı
1
Resim Sayısı
1