SÛRETGRAF
Stokta (100 adet)
Açıklama
<p>Kovara Sûretgrafê bi hejmara xwe ya sêyan derket. Kovara ku mûhtevayeka fotografîk dihewîne li ser dosyeyên dokumanterî, belgeyî, portre, sirûṣtî û hemû qadên din ên fotografê disekine. Kovar li ser teknîk û xwendinên fotografîk, teorî û pratîka fotografê, fotoçîrok, fotohelbest, pirsên fotografîk û xwendinên pêşniyaz ên fotografiyê radiweste û di heman demê da han dide pêwendiyên xwe yên tebi'î ligel edebiyatê qut neke, pê ra jî bibe berdevkê dîtbariya kurdî û hilgirê hafizeyeka kolektîf.</p>
<p>Naveroka kovarê ji dosyeyên cihêreng pêk tê, vê hejmarê da fotografkar-nivîskarên wek Susan Meiselas, Adem Sönmez, Erdal Kınacı, Sarya Nurcan Kaya, Diljîn Felat, Rizgar Elegez, Colin Pantall jî di nav da gelek fotografkar û nivîskarên din jî bi dosyeyên xwe pişt dane naveroka hejmara sêyem.</p>
<p>Hêvî û baweriya me ew e ku em nezera we kom bikin û werin ser sifreya we ya edebî.</p>
<p>Bêsûret nemînin.</p>
Dili
Kurdî - Kürtçe
Sayfa Sayısı
104
Boyut
27,5x19,5
Basım Yeri
Berdan Matbaası - İstanbul
Basım Tarihi
2024
Baskı
1
Alt Başlık
Hejmar:3
Resim Sayısı
1