Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ristemê Zal

Stokta (100 adet)

10 %
418 TL 376 TL
Kategori
Wêje Hîkaye - Çîrok
Ürün Detayı

İçerik

Mîtolojî, xîmê dîroka miletan e. Dema behsa mîtolojiya Kurdî bibe ewil çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv.

Ristemê Zal, tê bawerkirin ku ji giregirên Eşkaniyan qehremanek bûye. Paşê di nav destanên Îranî de hin taybetmendiyên mîtolojîk hatine spartin bi bal wî. Ew her dem alîgirê qenciyê ye, li hember dêw û bedkaran her şer û ceng kiriye û bi ser ketiye. Di edebiyata Îranê ya piştî Îslamê de, herweha di edebiyata dîwanî û tesewûfî de jî ew lehengekî pir bibandor e. Navê wî, remz û nîşana pêlewaniyê ye. Di edebiyata Kurdî ya zargotinî de jî Ristem, zîrweya pêlewaniyê ye.

Xurşîd Mîrzengî jî di biçûkiya xwe de ji malbat û cîranên xwe 3 çîrokên Ristemê Zal guhdarî kirine, ta mezinbûna xwe jî di bîra wî de mane. Rojekê li Parîsê ew û dostekî xwe li ser mîtolojiyê qise dikin. Xurşîd behsa çîrokên Ristem û zarokiya xwe dike. Dostê wî dibêje: “Te nivîsîne?”

Ev pirs, dibe sedem ku Xurşîd bi pey çîrokên Ristem bikeve. Ewil çîrokên di hişê xwe de dinivîse. Paşê li Awrûpa ji civaka me ya penaber 14 çîrokan kom dike û di sala 1999an de çap dike.

Di sala 2010an de ji Awrûpa tê welêt. Piştî çend rojan mayina li Diyarbekirê, sefereke dirêj dike; ji Nisêbînê dest pê dike, diçe bajar û bajarokên wek Cizîr, Şirnex, Erûh, Sêrt, Bedlîs, Tetwan, Wan, Miks, Mûşê, Çewlig, Elezîz û vedigere Diyarbekirê. Li Mûşê, salixên çîrokbêjekî digre ku mala xwe bar kiriye Çeneqelayê. Ji Diyarbekir diçe Çeneqelayê, wî jî dibîne.

Xurşîd bi bîneke fireh, bi qasî bîst kusûr salan vê xebata xwe ya Çîrokên Mala Zalê wek 45 çîrok dikemilîne. Di warê edebî de, bêyî guherandina naveroka çîrokan, bes wan tîmar dike, uslûba vegotina wan li gor terzek modern diguherîne û dixemilîne.


Liste Fiyatı
440
Para Birimi

Sitede görünsün mü?
1
Satışta mı?
1
Vergi Oranı
0
Desi
0
Yayınevi
Nûbihar
Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
1
Wergêr
-
Dîroka Çapê
2025
Mezinahî
21.00 x 13.50
Rûpel
392
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul

İlgili Ürünler

🛒 0

Sepetiniz