Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Zeynel Abidîn Han

Zeynel Abidîn Han

2 görüntülenme 0 beğeni
ey jina ku li ser tiliyên xwe yên biçûk û ziravîn cîhanan digerîne tu gula kîjan çiyayê singûkirî yî kîjan rengê ava destlênedayî ne çavên te ey dilê ku tenhatiyê ji xwe re kiriye rê ey bagera bêxwedî ey bêzarî li ser giwîna şoreşê û evînê ey asîmanê şîrhêşîn, hêsrên kîjan çiyayî ji bo te digrî saet pêncê siwîngê ye û li awrûpa bi tenê berbang mîna mirov in û di çavên te yên kevzeyî de em herdu niha bi kovanekê ve bibine zivistan û li çiyayên te bibarin û bi tenê tu dê bizanî, yek jî ez ku bêçaretî çawa birûmet dibe. ey jina ku li ser tiliyên xwe yên biçûk û ziravîn cîhanan digerîne eger kûraniya behran nebûya em jî nedibûn çilmisîna gulan bes me vedibeje ne ku hatina payîzê qet mewsimekê bi serê xwe nikare evînê bar bike û her mirov incax qasî me dibe ehlê jan... lê binêre ku evîn jî girdavekê ye mîna bêriya te, fanî û bêdawî... û hemin tiştên her kesek hene ji girdava xwe re bihêlin eşq e caran jî ew qeranfîla ji baxçeyekê rûçkandî û esil tu yî ew kesa di wê koşê de çaverê dike û ez ji te re çi bînim çi qasî hejê te bikim dîsa jî ji bo wê rêwîtiya me ya bêdawî kêm e... ey bêzariya min ya ku bajarê xwe wek lihêf avêtiye ser xwe ey evîndara min ya jankêş peyva dawî ne ji bo gotinê ye belkî ji bo bêdengbûnê ye û hîna stêrekê neketiye şevê, tenahî dest pê dike di aliyekî cîhanê de kolan kolan însan dimrin bi rojeke nû dest bi jiyanê dike di aliyê din yê cîhanê de dilê me... û umrekê qediyaye di karwana hesreta du kesan de bi navê çi exlaq çi kanûn û çi jî îtîraf êdî maziyeke me jî tune nalîna bêdeng ya deryayeke wek çarşev e ew aramiya derew û ew rêyên ku di newalan de bi dawî bûne wê çi caran negîhîjîne me yek bi yek werdigerin temen, û jiyandeyên min û te di binê roniya heyva dîrokê de hildiweşin û êdî stêr şev in û ew dikarin hişbûna evînê bibîhîsin çi efsaneyek dimîne ji me re û çi jî wek du zarokên tirsiyayî, dilên me... madem wisa ye were em serpêhatiyekê bihêlin ji pêşerojê re û bila mirovayetî bibîne lihevşabûn jî çi êşeke giran e... Berlîn - 01.09.2011 ji dîwana bi navê "Qet Pireyek Qasî Me Hilneweşiya"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Zeynel Abidîn Han şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz