Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Zeynel Abidîn Han

Zeynel Abidîn Han

2 görüntülenme 0 beğeni
bê ka ez dê gul û sosinên baxçeyên dilê xwe re erê welle derbirim û bînim ji nexweşê xwe re nexweşê min ji welatê xerîb e, dûr û dûristanê ye avahiya jiyanê me, jin im ez ka ji min wê de jîn çi ye zarokan çêkim ji te re, hêy dûnyayê, hela ev çi inyat e îffeta min evîn e, evîna mêrê jidil û bi hezar kaînat e red dikim, ji bilî wî ka ji min re, kîj bibe zewq û heyat e afateke xweş awaz, yar ji me re ferîşteya bi rehm û zê ye min got yar e zar im, welle bîlleh ecza min ne ji wê ye inkar nabe, hemin her xweşî û nexweşî ji te ye ax! nexweşiyan bide min bi awirên cewahîrî dibin sax giyan ji te hêy Xwedê jiyan her dermanê wê yarê ubdê te me ey evîn, ayet ayet fermaneke dilzarê lal û bêdeng im, kor im eger ev efsûna eşqa te nebe erê zarokan çêke, ma di vê dûnyayê de bê zarok dibe ez xulamê evîna te, tu şamaran, hest û heviyên min zêde daxwezim nîn e, ji bilî ku tu be, roj û şevên min gulbaxçeyek cîhanî be min nevê xurbet derd û keser e ubdek evînparêz im, ji bo ku yar ji xwînçeyek eser e lakîn min giliyek heye, hawar, me herdu dil dane dax ar û agir me sar nake, av jî nabe çareyek, heywax xweda, da bêje me, gunehên çendî umir bo me rêkirî wariyetê naxwezin em, nebûnê bide van dilên xwe dînkirî emir ji bo çûyîn e, çûyîn ji bo wê bihişta aşiq û sazê nadim welleh bi sed umir, bes rojeke şahiya wê binazê afat û xîsar dibe, dojeheke bê binî, ger nehê vê awazê daîm bêriya wê ye, li ser dilê min birûskên xwe havêjin inyada jiyanê ye, di vê dinya de nebe, eşqa me her bê vejîn min sunda xwe daye te, te ez kirim, xwedî dilekî hejîn Ji dîwana "Bêriya Te Dil Dihêrîne"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Zeynel Abidîn Han şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz