Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Zekî Kayar

Zekî Kayar

2 görüntülenme 0 beğeni
şapeya derdên berbelav Bi cihokên xewnan re bû yek çoltera azwerê meritand ji qûmê Xeyalên bêkes ber bi navsera tenêtiyê ve bazdan Perpitîn nehêniyên welwele Hesreta salan rizandim Bi diyariyên hemî ve. Qelp derketin xelatên binerdîn Hinarkê rûyê berbextiyê qelişî Ajoyên faziq şelandin gencîneyên masûm Bedeneke hişkoleyî Tena serê xwe Li nav sergoyê hevberdanê ma. Xwezî we zanibûya ka niha Di eyarên gunehên xwe de çiqas êş û çiqas ezap dikşînin. Tew girêkên rabirdûyê jî Wek kelbetana sobeya sincirî Cerg û hinavên min dax didin û em sing bi sing Bi hev re şer dikin Cenga giran digere Li qada hest û ramanan Birîndar dibe dilê reben Qey ji bextreşiya min e Fersenda dawî jî beravêt!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Zekî Kayar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz