Nexşeya çarenûsa min
Bi kilê subhanî xêz bikin
Da ku bi mûjankên canê re
Biteyise û bileyize
Berdewamiya temenê min
Bi biskên zirav re bihonin
Da ku her tim çiçikên guhan
Mist bide û bimije
Geşedana ciwaniya min
Bi zêrê helandî re bineqişînin
Da kul i gerdena zirav biale
O şev û roj sînga sipî ramûse...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Zekî Kayar şiirlerine dön