Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Zagros Osman

Zagros Osman

2 görüntülenme 0 beğeni
Min nebe seyrangehên Bi hestiyên xoşewîstên min Hatine avakirin *** Paytextên ku çirên xwe Ji xwîna welatê min vêdixe Ez serdana wan nakim *** Min nebe dibistanên Abêceya min liwan qedexeye Zanyariya ku tarîbûnê bela dike Ez wê navêm *** Min nebe gulîstanên Bi hêsrên sêwiyan hatine avdan Gula mirin têde be Ez wê bêhin nakim *** Min nebe qesra Ku dayika min têde cêriye Xweşî ku ji kîsê perîşanan be Ez wê naxwazim *** Min nebe meyxanên Ku ji goşiyên talankirî Denê xwe dagirtine bi zorê Meya rebenan ji hirsimê bêpar bike Ew min serxweş naxe *** Min nebe buhiştên Gawira dihewîne Buhişta dergeha xwe Ji kujera re veke Pê qayil nabim *** Xatûna min min nebe tu dera tu xewna li vî warî min bihêle ku dojeh be ku buhişt be Ev der destê min jê nabe Bê vî warî Ez masîkî bê av mirîme *** Xatûna min Eger te winda bikim Karim yarek din ji xwere bibînim Lê ku welat winda bikim Welatekî din ji kwîde Ezê bînim *** Min bihêle …. ev dojeh namosa mine.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Zagros Osman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz