Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Zagros Osman

Zagros Osman

2 görüntülenme 0 beğeni
Di asoyên awirên sêdarkirî de keskesor bilind bû pêlên dûrgehan tu li ber xwe birin Li şûnwara kewên hêviya terqiyan şalorê xewna basko bûn ji nehêniyên memikên te bêpar bûm Li ser xaka ku bi giyayê ceqceqê birîndar xemiliye bi tîrêjan diçirisîne bi xwîna sê mihemedan av daye em kirin biyanî şev barhilgêra derdaye xewna dicivîne di mizeya lêvên te de xwe çixarak dibînim cîhanê tijî dûman dikim da ku lêlava sînga sipî bi ser pinpinîkên xeyalan dilopên dilkêşiyê bikin û ji mirinê min vewerînin û volkanê damiryayî bi teqînin Qurix mizgîniye lê reştarî qurinçoka dide lemên hêviya şimamokên baweran dike petrîşok loma firîşte stirana na bêjin Kevroşkên pirsê çikçikanên lava jojiyên riyalîzmê barçemokên sergerdanê di ramanê de lûsiyan Sawek dibêje wê revend çem bikujin û dadmendiya siyanîdê devê topa têxe cênîka hewesdarên azadiyê Ji tirsa, me qamişlo pêça bi xemên qudoş, paçikê rûsipîtiyê, bêzariyên li hemana, golên bîrhatinan... Hingivoka dilbijok li mêrgên dagêrkirî şîrava fêtekariyê di zeviyên te de hildimije kelmoza heftcarkan lê der bûn kewarên omîdan talan dikin werzê hevdîtinê diperitînin pişka min zilindare Li şehristanên pûşt bi milyona bela dibim felata min çiye tuye an mirine Êşdîtina veşartî galaksîkeke nepen dikşînin orta te û xweda, li ser pişta orkêş datîne, çîmşewitiyan gir beravêtî kirin û qehfikên dil hêran, gopalê rastiyê xwar kirin Wek nifirekê.. qijnikên bêdadiyê bi çêlîkên tava girtin, çavsorî li ba kirin ji tirsa ku sîmir li ezmanê te vegere.. çîrok sûcdar kirin nahêlin te bixwînim dixwazin koka sipîndarê ji hinav rakişînin çi cara ku li baranê siwarêm ezman tê girtin jibo xunava dîtinê nebare Di rojên çarsingokirî de qîriqîra qonaxa û vedenga keseran dibhîzim di sûlaveke helbestî û sura lacwariyê de rûxsarên te dibînim, beytikên can di firînin mejî di çelqînin.. amedebûna ewişandî dipîve ax ji tisonamiyên şekirî di lêvan de pêlan didin xwe bi mijek kujer bîst û yek gul di rûdariya buhara te de bişkivîn.. xweziyan av didin jibo kendalên derya êşan li herdû hêlan bitebitin Sîpanê xelatê birîn winda nabe hîn di simê beranê kovî û qeşmeriya xewda û derdê xecê û nalîna siyamedo deye, xwînê li pîjê benîştokê vegirtiye, para me ji evînê êşdîtine çax pirbendere.. qonaxa şax bi herêman ve berdane, bi sîmava rojên windayî girêmanên gihiştinê dihejmêrim.. jibo cendekên qiralgehekê şîn bibin Xwîn dirije çiqasî Ejdehakên serdemê wê bimijin ..dîsa diherike li vê xakê vedigere.. ev xwîna ku şelû nabe a meye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Zagros Osman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz