I
min çend kes kuştin di xewnên xwe de
çend kîlo tê tenêtî
çend cara pelixîm
di bin barana havînê de
belkî jî palyaço digirîn di sibehên duşeman de
çi cara sîrk dihatin em kelogirî dibûn
tim em kelogirî dibûn ji halê xweyî kenewer re
kê ji kulîk û filan bêvanan hez nedikir
“min hez nedikir” min got, “derew e” got
palyaço ev got,
palyaço got, min nivîsand
min nivîsand, min nenivîsanda ez ê bigiriyama
hemû kes digirî piçekê, ez jî girîm
hema tenê ji bo vê girîm
ev wekî ku bû şermezarî piçekê
ez piçek piçikek bûm ji hemû tiştî
duh ez piçekê hêrs bûbûm sermeselê
sibê ez ê ji jinekê hez bikim piçekê
piçek piçek ez kor bûm vê pêlê
lê qedexên araqê vala nekin
bila tu tişt kêm nebe
heta ji tu tiştî jî be
bila piçek bimîne
II.
ez guh nadim kerixîna xwe û hew
ji ber ku divê her tişt bê pêjin dema xwe bijî
şoreşek divê bê pêjin çêbibe sermeselê
divê bawerî li hemû gotinên palyaço bê
ma çima palyaço derewan bike ku
ez palyaço bûma min ê nekira
ku xeradek bûma jî min ê nekira
Ez mirov bûma min ê derew nekirana!
de îca we ji ku derxist tenêtiya palyaço
çend kîlo tê qey palyaço
de îca çima hûn didin rûyê min
ku ez çîçikeke werdekeke palêsî me
ez naxeyidim, pa ez naxeyidim
bê palyaçoyek çiqas nexeyide
ewqas, ez ewqasî naxeyidim
araqê têkinê! Bila kêm nebe
III.
neqediya, ez ê nivîsim hê
ku nenivîsim ez ê bigirîm lew
wê bi şermezarî be piçekê
ma wê demê em kî bûn, diçûn kû
di her kuçeyê de em hinekî din kêm dibûn
ez dizanim, bi şev carcaran dibû mij û moran
carcaran wekî ku yekî dikir pistepist
min digot “min nebihîst” “dîsa bêje!”
wê gavê her tişt diket kirasê bêdengiyê
kuçe hê bêhtir bi mij û moran
palyaço bêhtir kelogirî dibûn
û ez hê bêhtir rezîl dibûm
digirîm piçekê
ka bêje, tu kî yî, min nekişkişîne
heta pêl dûvê min neke dibêjim
têşîne, ez ê bixerpijînim,dibêjim
Bibeice, bibeice!
dibêjim
IV.
wê rojê leqayî rûyê xwe bûm di lewheya îlanan de
ez pêre pêre tirsiyam, çi nema vereşim
“wisa ye” got palyaço
“hemû kes rezîl e piçekê”
“rûne li cihê xwe ûlan!” min got, pê de qîriyam
ez carcaran diqîm piçekê
min got “araqê têke” “bila kêm nebe”
ez carcaran kêm dibim piçekê
ya rast em hemû kêm dibin piçekê
ez paşê hînî vê bûm
ya rast ez paşê hînî hemû tiştî bûm
hemû kes paşê hev nas dike
ez paşê hînî vê jî bûm
sermeselê;
wê rojê bi jinekê re şa bûm
ne piçekê pir pê re şa bûm
erê lêê, wisa ye palyaço
ez dibêm,
ez hê nû hînî vê jî bûm
şabûn jî kêmbûn e piçekê
V.
kê ji dengê çûkan hez nedikir ku
“min hez nedikir” min got “derew e”
got
palyaço ev got
palyaço got, min nivîsand
min nenivîsanda, ez ê rezîl bibûma
hem min roman jî nivîsand
carcaran palyaço, dibêjim ku
ne ji te bûya min ê çi bikira
ez ê rezîl bûma belkî piçekê
di her baranê de ez ê kevim binê erdê
belkî ez ê kemaxên tu jinê maç nekim
an jî ez ê ji bîr bikim tiştên ku paşê hîn bûme
piço piço ez hîn dibim ku,
dest rû, ew bedenên xwêhdayî û filan bêvan
hemû tişt ji plastîkê bûn piçekê
VI.
de heydê em sirtakiyekê bigirin palyaço
araqê têkê, dîsa em kêm bûn piçekê
*Werger: Brahîm Ronîzêr
*Bi destûra wergêrî ye.
*Her çiqas di nav xelkê de ev helbest wek ya Turgut Uyar bê zanîn û me jî di bin navê wî de belav kiribe, hem di pirtûkên wî de derbas nabe hem jî kurê wî di hevpeyvînekê de gotiye helbesteke wiha ya bavê min nîn e.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Turgut Uyar şiirlerine dön