Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Turgut Uyar

Turgut Uyar

2 görüntülenme 0 beğeni
em her du jî karin dilê xwe bi hev şa bikin û berê xwe bidin ezmên ji van çirayên korik ji van neyşekeran ji van diranên zarokên berşîr ji tavê ji gil û giyayên ziyanok min ji destê van çavên heta ber destê sibê vekirî xilas bike vî destê min ê tirsonek bigire di cihê xwe de nasekinin xwe ji ser van malan re biqevêze ji ser van û ji ser yên he re jî û were em berê xwe bidin ezmên em ê niha bên filan sekingehê berê me li ezmên be bila em ê bêjin me li filan derî peya bike otobûs ê bisekine em ê peya bibin jê ev tarî û zilumata şevê xweş e halo bi xwudê helala xwudê heye herkes bi xew ve here bila xweş e halo kêfa min jê re hat pêxwas polîs têr û birçî herkes bila rakeve bila herkes rakeve bes ez nahêlim tu rakevî û ez jî ranakevim dema kes li cem me nema em dibin em em ranekevin serî li me xweş bûye ji xwe kengî mabe em ê dev û lêvên hev bidin ber maçan bela xwe ji min veke tu berê xwe bide ezmên di vî destê te de çi heye nizanim were em berê xwe bidin ezmên kengî digirim pê xurttir dibim qerebalixtir dibim ev çavên te yên zemanê berê wekê daran wekê ku tenê mabin çavê xwe berdidim te ji bo dilê min li te germ bibe germ dibe min tu girtî û anî vî cihê asê çi qas pencereyên te hebin min hemû yeko yeko dadan ji bo tu berê xwe ji min banedî min hemû yeko yeko dadan çend deqe dî re otobûs tê em ê lê siwar bibin û lêbidin herin cihekî ku rev û veger jê re nîne bineqîne wekê dî na destên te û destên min besî hev in bêje erê min tu girtî û ji xwe re hilanî nesekine xwe bîne bîra min nesekine xwe bîne bîra min nesekine were em berê xwe bidin ezmên ji tirkî bo kurmancî: pezkûviyê cudî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Turgut Uyar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz