rewşenbîr û hûnermendên me kanîn
cengawer û hem egîdên me kanîn
ez ê bejim tû gûh bide ey bira
yeko yeko bike mînak ji xwera
yekjê serdarê alime kurdistan
hemadanî baba tahire uryan
avdilsemedê babek wî xweş binas
şahrezaye gele ew hem xwede nas
şex adîye laleş ji ber berberi
tenê dima karê wî di bû koçberî
nalî şarezurî niştiman perwer
dildar û welat parêze ji ceger
hacî kadirê koyî tû li kûyî
xizan û feqîrî bo gelê xoyî
te deng birî şêx riza talabanî
di wêjeya kurdî tû çûyî banî
bi pîrî ez dizanim pîremerdî
bi xencera wêjeyê çi dirindî
dildar bêje dîse sûrûda kurdî
gelek şehîd medan û êş me pir dî
kerem bike tû ey mamoste hejar
bi helbestê here dijminê xedar
sey Qajî wî Qêjîn dikir mezluman
da nekşînin azar û elem û jan
di felsefeya kurd elî herêrî
kûr û dûrî bêbînî wekî bahrî
ji êsîr û feqîran feqê teyran
dij berê zulmû bû ew digel mîran
mela ahmet stêrî tû di cizîrê
rahet be tû fîlozofê şiîrê
bekir begê erzî tû çi qas ferzî
şeydayê kurdistanî tû çi berzî
dirêjîya kûl û derda bi kurtî
bi mem û zîn anîye ziman xanî
mele huseyn bi xwîne tû li batê
mewludê ji bo muhamedê xwedê
mirad xan bi zembîlfiroş te ya dil
li xwe bar kir bi giranî da ser mil
mele xelîl ê sertê sêhre baze
Qey ilim çîye li ber wek tinaze
xaris bedlîsî pir bi wate darî
bi dûjminre hertiştî tû dî karî
pertew begê dûrêstê gelê bindest
dadmend û welatparêz û ev dixwest
rabe mele ey mensurê girgaşî
dildarê xwezaya kurdistan başî
sîyahpoş tû wek tahtî di evînê
naşikê bi xezela re dibînê
şêx nûredînê birifkanî kanî
sofîyê nazik û dil wek kitanî
muhamed seîde mehrî te civak
jêre xizmet dikir bi dilekî pak
mela mahmudê bazîdî bîr bînin
urf û eededê kurdî jê bixwînin
şêx evdirehman axtepî li amed
ji qahra ew carna diçû dewra med
xelîfe selîm zanî teseufê
ji nav me bar kir xebînet û heyfê
derdê me bê jimarin şêx mehmed can
te jî kişand ax û fîxan sed eman
elî şerê mer xas lı dor koç girî
hêjaye mirov li ser wî bi girî
veke xelîfe yusufê bazîdî
rupelê wêje ya dîroka kurdî
mela ahmedê nalbendî çi rindî
can fidayê welatî wekî findî
rutbe bilindî evdirrehîm rehmî
di nav helbesta kurdî jîr û fehmî
celadet elî bedirxan li botan
na xuyê tû birca belek bû wêran
ax û hey wax mîr kamuran bedirxan
ketye ew binê barê herî giran
di çû nêçîra dûjmin osman sebrî
ji lawiran tijî mînak û fikrî
cegerxwînî ji derdê millet dînî
hewar û Qêrîn û tû tev nalînî
bi leyistikên dûjmin seyda namî
ji kurdare berikî tû li damî
mele hesen çinarî jê ne bin zen
bîre wer ew li dûjmin dişkînê çen
Qedrî can xortek delalî ji mêrdîn
ji bîr nabê tû li nav kurdên jêrîn
di çirisê şewQa te seyda tîrêj
bi Qelemê serê dûjmin dikê gêj
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Tahir Dînarî şiirlerine dön