Kurdistan bûye liyistik û sed renc
Kî dilîzê li serhev laş dibin senc
Leyistikvan serî û hefsare tirk
Ew hizur li kurdistan dikî girik
Erdoxanê kû necis mîrê işîd
Tevlî artêş û wezîr û çend mirîd
Bi xap û dek û derew hîlebazî
Ger rojava û kobanî bi xwazî
Wê komara tirkî tevde bibî xwîn
Bes êdî gihaye ser sedê gêsin
Nebêje kurd nezane û deynakê
Kurd rabê wê serî li te belakê
Hindikma şahê me kurda bibî mat
îmralî gazî bike birc û kelat
çend fêris û pêlewan û ejderha
Bila bên kêr di kezebêde giha
Hêvîya me mane çiya û qendîl
Bakûr başûr mil bidin hev wekî fîl
Ya dawî tê her kurdek gergedane
Ev şerê ereb û tirk û kurdane
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Tahir Dînarî şiirlerine dön