Sosin
Sosin
2 görüntülenme
0 beğeni
Ne bo ku te jibîr bikim
min ji te hezkir
ne doh û
ne jî îro
te jibîr nakim û
sibe jî ezê ji te hezbikim
ma hêvî tên jibîr kirin
ji xwe ji bo sibê
hêvî tên hezkirin
û her roj
ji nû ve
ezê ji ber bikim (ezber)
bê deng
di dilê xwe de
navê te
ger ez bixwazim
temenê min jî
têrî jibîrkirina te nake
min ji te hez nekir
bo ku te jibîr bikim
lê min jibîr kir
bo çi min ji te hezkir
tu ewqasî nêzîkî
weha jî dûrî
ku jibîr dikim
bo çi min ji te hezkir
tu ne ew kesi
ku valahiyan dagire
ne jî ez ew im
ku li pey xwe valahiyê
nehêlim
Ne tu yarê tenêtiyê yî
ne jî ez vedihewînim
tenêbûne
soz be nabêjim ti car
ku ne hevrewiyê tenhaiyê me
û hilnadim ser zimanê xwe
êdî navê te ey yar
da kes nezane ku
em bi tenêbûnê re
êdî bûne neyar
min ji xeyalên te
pir hezkir
lê bêhêvîbûna te
tu kur kir
nema xeyalan dibînî tu
min ji xeyalên xwe
surgun kirin
ez bixwazim jî
temenê min
têra jibîrkirina
te nakeeeeeeeeeee
çunkî tu hêvî yî
tu hêviya min î
û wekî tu zanî
herî dawî
dimre hêvî
pêşî mirov binax dibe
paşî dimre hêvî
soz be
êdî nabêjim
ji te hezdikim
can
vê care jî
wekî hedem
bi hebûna xwe
dewam dikim
dujminatiya
evîna xwe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sosin şiirlerine dön