Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sosin

Sosin

2 görüntülenme 0 beğeni
Mîna ava berfê ya li ber tava buharê helyayî diherikî bi ser giyanê min de weke helbesteke te vegera hebûna te lê ew hew xewn bû min dît Hişyar dikî rondikên dilê min bi pejna xunavên buhara evîna xwe ya ji sosretên qederê sermest axxxxxx axxx te zanîba !!!!!! te zanîba çiqas xweş bû vegera te..... jê xweştir bû herikina rondikên min li pey xunavên buhara evîna te ya ji sosretên qederê sermest buhara duyemîn dijiya temenê min lê mixabin ew tenê xewn bû min dît....... min dît ser jê dikir dasa qedera te erê erê dasa qedera te bû ser jê dikir û li ber babisoka sosretên xwe bejna sosina rihê min dişkand !!!!!!!!! sosina temenekî evîndar bû bê dirî û kelem bû weke nûzadekî bê guneh bû erê lo evîndaro dasa te pişta sosinê şkenand hewaaaaaaaaaaar hewar êşeke nekeş bû bê sînor bû haho ma ew jî evîn bû? an tol bû ! te ji sosina bejin zirav hilanî tola çi bû ........ pir ne xweş bû ne jî xewn bû rastiya evîneke kovandar bû domahiya nakokiyên hestek û heşekî bû xwezya ew jî xewn bû ya

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sosin şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz