Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Soran Amed

Soran Amed

2 görüntülenme 0 beğeni
Te d’xwînim helbesta min î Te digerim deşta min î Kenişt û mizgefta min î Keçka filleh ji dîn kirim Mecnûn im tu Leyla min î Fikra min xeyala min î Newroz û sersala min î Keçka filleh ji dîn kirim Zîna min î jîna min î Ferhad im şîrîna min î Ser te dîn im dîna min î Keçka filleh ji dîn kirim Roja min î hîva min î Dev û çav û leva min î Bê te nîv im, nîva min î Keçka filleh ji dîn kirim Dicemidim germa min î Dişewitim serma min î Melhema birîna min î Keçka filleh ji dîn kirim Nexweşim doktora min î Êdî bes e dora min î Te dixwazim tu l’gora min î Keçka filleh ji dîn kirim Gewra min î reşa min î Tehl û tirş û xweşa min î Ronî û şevreşa min î Keçka filleh ji dîn kirim çarda min î pazda min î Ta hebim tu sewda min î Xweşik û hem rinda min î Keçka filleh ji dîn kirim Va dibêjim yara min î Nadim kesê para min î Ne carek sedcar a min î Keçka filleh ji dîn kirim Cana min î jana min î Jiyan î, jiyana min î Kurdim Kurdistana min î Keçka filleh ji dîn kirim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Soran Amed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz