Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Soran Amed

Soran Amed

2 görüntülenme 0 beğeni
Gula biharan tu yî Sorgul û reyhan tu yî Ji dil re derman tu yî Ceger kir biryan tu yî Ê dilşewitî ez im L’ zindanê girtî ez im Dil bi kul, nalîn ez im Fîxan û gazîn ez im Cejn û Newrozam tu yî şewq daye cîhan tu yî Kuştim bi çavan tu yî Bêdîn û îman tu yî Bêruh û bêcan ez im Neçar perîşan ez im Dane ber topan ez im Heleb û Koban ez im Xweşik û narîn tu yî Gul jê dibarin tu yî Lêv ji şekirîn tu yî Dua û amîn tu yî Li çola pêxwas ez im Aşiq û gernas ez im Matem û hem yas ez im Dilbirîn îlyas ez im

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Soran Amed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz