Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sobarê Arî

Sobarê Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
Bînerê dîrok û dewran vame xembarîme ez şermezarê rojhelatê bê hevalkarîme ez Ez giham sedsale bîstan min xweşî her dûr didît Bagerê çerxa zemînim jor û jêr barîme ez Rojhelatê kes nema bindest û jar û bê welat Ez tenê dîl û reben, kola û çokarîme ez Leşkerê Osman û Faris çûne çaldêran bi şûr Bin lepê cenga giranim parçe zîvarîme ez Dane ser min Saykis û Pîko du parçe kirne çar Ez girêdam hilweşandim rondikê harîme ez Pê Zinara reş, Cezayir, pişt ve hatin kemberê Erzeromê zend bi zincîr, bê gunah qarîme ez çar milê min bombe mawî nav rik û penc û direh Ez di nêv hirç û gur û rovî û keftarîme ez Ejdehak, şah û Xumênî her Etaturk û Sedam Mît û Savak û E`malet mame bê warîme ez Xalid û Mensor, Hecacê hov,Yezîd û Mîr O`mer Qirkirim b,navê Xudê, go gawirê Arîme ez ( Ey Felek ) kanî tu şêxo bo çi nêrgiz çilmisîn? Av û axa min qirêj bû bîn bi genyarîme ez Kuştiyê Dokan û Xormal, koçberê şingal û Wan Rondikê çavê Helepça, Zêwe bêçarîme ez ( kîme ez? )* îro Cegerxwîn va şeveq* Ronak* didê şoreşa Azad* û Aştî * ez Reşo Darîme* ez Pir Xudênasim bi bawer, ez Birahîmê Xelîl Laleş û Cûdyê mirada bîr û biryarîme ez Zendevist û agirê Zerdeşt dipilhim ber bi jor Mezdik û Manî di pûtxana Mugê tarîme ez Himberî Cengîz û Holako, û Tîmorling bi sîng Pêşberî Iskenderê Romî û Tatarîme ez Silhedînê nêv Hitînê Xaçperest himber neman Vaye îro ez bi destê wan xwedî parîme ez Bogevanê Deysem û Guhderz di cenga dijminî Her dema kax germ dibê sorpêt û dijwarîme ez Rabe şêrko ka Riza, Kurmanc li bin linga rizîn Ser milê Zengî lexab tajon bi hevsarîme ez Ristemê Zalim siwarê Rexş û gurz û şûr bi dest Serpepana hirmijim şêrê di kuntarîme ez şah Hefîd û Xane Dimdim, mîrikên Botan û Zend Xan şeref, nama Cizîrî mûm û zanyarîme ez Sîfer û Belgname Bexdad min sitand mafê bi zor çarçira mizgîn Mehabatê ve pêdarîme ez şêx Se’îdim, ez Fuwadim, Pa Bedirxanê mezin Serkeşê Qazî û Qasimlo bi sêdarîme ez Xencera Ihsan û Nehrî, canbizarê bê jimar Cengevanê Agirî bejna sipîndarîme ez Enter û Gonî di nosim va Qenatî Kurd ziman Mîr Celadet, her Reşîdim xame damarîme ez Vame pêşmergê Hela Gurdim li hember xwînmijan Vame Barzan qehremanê sirt û serdarîme ez Ocelanê pêşrewim doza me xwîna sor divê Qerqerê Kendî û Simko, qîr û zîmarîme ez Talebanî ey serok navê me çû koma gelan Bigre Kerkok, Babe Gurgur, al û komarîme ez Min li Qamişlo serî hilda, pilingim girs û beng Peykerê hova şikandin baz û şunqarîme ez Rabe Axayê Deqorî, Sînema A`modê sot E`leqemşê, gelye Zîlan, her di nav arîme ez Rabe M`aşoq nû durustî ketye ola Mehmedî Peyrewim nû, ez Egîdim tîr ji nobarîme ez Dêrik û Mako, Seqiz barîm wekî pêl û lehî Perdeyê tarî çirandin sîng bi dîwarîme ez Ameda Mezlom û Xeyrî, ez Kemal Pîr û Yeşar Qoç û zindanê neyara deng û navdarîme ez Ez çemê Aras û Hîzil nav dilê Mîtan û Lor Xuşxuşa Diclê, Feratim şahê cobarîme ez Xeml û xêza Zîn û şêrîn, ew Xeca Sîpan Xelat çarika Leyla û Zana berf û hîzarîme ez Reng ji kesk û sor û zer tê kesrewan û şalûşap Agirê Newroz û Kawayê Hesinkarîme ez Sûnd bi Pirtûka Reş û Yezdan û Tawosê Melek Bang ji tenbûra şivanim perwerê karîme ez Ev Birakuştin çima?, daxwaz û armanc her yekin Yek ziman û al û parçe, qurmekî darîme ez Zaz û Bext û Lor û Kelhor, Mad û Kurmanc û Gudî Nayir û Mîdê serî hişk xwîn û ra Arîme ez Payetextî ez dibînim, dox bi dest û tox serî Va dema min hate hofik çerx û rojgarîme ez Bênvedan min qet nedît rext û çekê min tim mila Perwerê bindest û jara Goş û Sobarîme ez.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sobarê Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz