Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sobarê Arî

Sobarê Arî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey welato pa kelato va li ser sînga xeşim Her zinatî, çend şelatî xwendina kurdî neşim Em nenasin nêv himêzên dayik û bavê xwede Xwînmija sînor didanîn bin firok û hilxişim Herdemî yasa dixwênin lê welatê min ne tê Havilê xakê dimêjin ez tenê va bê beşim Min li cîhanê nihêrî mû serî wêran hemî Kes nema îro li bindest ez tenê mam bextreşim çend Misilman va li Kosovo didan wa dewletek Kurd bi milyona li bin çengê misilmanê xeşim Ey welato xweş feraşîn û çemê boşê fireh Va li bin linga pelaxim, bende hêlma fişfişim Bûne serdarê me nandoz dest dirêj hovê keleş Ez di nav baxê xwe toşim ez ji bo wa cînişim Leşkerê hova li ser sînga me hevdo dane fît Ey siwarê cenge baza ma gelo bê serkeşim Her Beko pîs, sed hezar (El-emin, Savak û Mît) Pê firoka top legana, her divên ez hilweşim Kevnetorê min dizîn, şûnê didan Tizbî, Siwak Dan serê min şaşik û keskê nikarim pê meşim Her dibên ol kêfe, lê wan xak birin zorê bi şûr Yek Xuda, em tev bira, bo wan bi gor û canveşim Bo hezar salê me bindestê (bira) bê nav û deng Rojekî mafê me nadin, ta niha ez bê hişim Wa ji bîra min birin, Cûdî miradê herkesî Wan berê min dan Mekê,wextê ber û ol Laleşim Min Qudis rizgaer dikir xwîna xwe ser şamê dida Piştve hatin rakirim gotin biyan û qayişim Ey Xuda navê te ser qadê bi xwîna sor nivîs Ta niha sêwî li ber deryê ( bira) hê rû reşim Ol firotin kuştin û talan didan malê gelan Bûm lehîstok Nerd û şetrenc her bi desta kişkişim Ey welato rabe îro roj ve hat derxîn mejî Wer bişû zenga nezanî perde toza daweşim Pencera hew dade ber bayê siba nû hilbibê Ka binêr çawa bi zanînê serî raman geşim Dil tejî omîd û hêvî, kom bi kom girtî bizûz Kemberê hişkî girêdan ger teqim agir xweşim Go nezanê, guh bidê gundî li cînara binêr Guh bidin SOBAR çi bêjim, raperîn û şoreşim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sobarê Arî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz