Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Siyahpûş

Siyahpûş

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez nizanim ew çi sûret bû me dît der cameyê Şibhê şem’ê sohtî cergê min wekî perwaneyê Wayêweyla sohtî cergî ez kirim mest cunûn Lew me qesd e secde bim ber saqîyê meyxaneyê Min qebûl in xemr û saqî dêr û zunnar û senem Me navên seccade û ewrad digel sed daneyê Ey hebîba ger cehennem dave bit tu dane bî Bi qesem dê biçme nav de ez bi qesda daneyê Lê nizanim tu ji kêy Leylê ebnayê Tay Şibhê Mecnûnê zemanî rû bikeym wêraneyê Ez çi çare kem kî j’derdê min xeber de ey hewar Dê ji kê bipirsim nizanim menzîlê cananeyê Şem’ê cana dûredest e menzila min zulmet e Ez ji kê gazinde keym bînî şemala xaneyê Xuzîya roja wisalê bixûyê zulfê hebîb Ku bi mijga ta bi ta kem ez mîsala şaneyê Muhbetê kuştim Sîyahpoş şibhetê Seyfulmulûk Lew li ser min ferzê ‘eyn e secdeya putxaneyê Aşiqê sadiq ew e ê ku di rêya dîlberê Ger ewî bînin bi ker kin neşkêne peymaneyê Karê şem’ê her şewat û muhbet û sohtinî ye Lew disojitin Îranê şibhetê perwaneyê Çavkanî: yektauzunoglu.com

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Siyahpûş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz