Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Siyahpûş

Siyahpûş

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilberek min dî bi çavan Sed elif pabûsî bû Agirek berda hinavan şemh û der fanûsî bû. şemh û rihniya zilamê Agirek berda di amê Zilf û xalên û temamî Qeyd kirin mehbûs bi damê şerbeta şîrînkelamê Terkî min nadit midamê Sed şikir îro selamê Kir li min taze xulamê şerh û teqrîrê Isamê Fikr û teswîrê kelamê Reng û elwanê di Camî şibhetî tawûsî bû. şibhetî çavê duyengê Qews û ebrûyê du bengê Mir-reyê tîra xedengê Zilf û xal û xuncerengê Kes ne dî qet wî çi rengî Neqşê maçîn û firengê Qet ne ma qet wî çi rengî Hikmeta Têmûr û lengî Sifdera mêrê du cengê şêr û mexmûr û pilingê Sed hezaran wek bişengê Hikmekî kawûsî bû. Min qebûl e hikmê rindan Serxweş û sûretlewendan Lê çi bêjim qewl û bendan Ketme tora lehl û xendan Zehmetek wan pir bi min dan Kefşe bim wek gaz û sindan Dil hedef kir tîr li min dan Lê ji halê mestemendan Bê eded cewher bi min dan Lewmenoşê can bi der dan Xemzeyê pir mekr û fendan Lê li min casûsî bû. Lê li min berda girînê Mihbeta wê nazenînê Bê sebeb ketme nivînê Ax û efxan û enînê Lê ji ber hisna şerînê şeq bû bedra yasemînê Kanî hûra ser zemînê Carekê bête girînê Ev bi xef, hal im bibînî Merhema bavê birînê Zilf û xal û xemrevînê Bo me calînosî bû. Zilf û xal û mest û naz e Işweyê wan xemzebaz e Gerdenê gerdenfiraz e Lê ji eşqa rûyê faze Cerd dikin ehlê mecazê Ta sedî yasî û qaze Xef dibin esrar û raze Ez çi kim sewm û nemaz e Kar û şixl û bê niyaz e Min ji dest tenbûr û saz e Dil wekî naqûsî bû. Dil ebîr û mest û mîrê Begler û şah û wezîrê Da li min derbek bi tîrê Ta li mir` nê min vebîrê Kirme hib-ba zemherîrê Sîne kir armanc li tîrê Kanî mel-layê Cizêrî Mek-kî û Elyê Herîrî Xanî, şêxê Babeşîrê Bên li dengê min feqîrê Xemrî û gîs û herîrî şev li min kabûsî bû. şev dikim nalîn û zarî şibhetî teyrê Biharê Ey Siyehpûş tu xumar î Sahibê adab û kar î çend Siyehpûş tu sitar î Lê bi eşqa dil nikarî Dir û yaqût û mirarî Misk û enber jê dibarî Hespê şahê şehsiwar î Angeh ez pabûsî bûm. Dilberê ehlê dilan bû Qatilê cergê pijan bû Qasidê rûh û we can bû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Siyahpûş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz