Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şeyhmus Dagtekîn

Şeyhmus Dagtekîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi çi navî em diginginînin wêneyê Lêkera wêneyê Wêneya navê me yê bê lêker Ji navê me yê koçer Yê bê wêne Ji kîjan mecûsî emê bidizin deng Ji bo lê zêdekirina kîjan lêkera bê beden Ji kîjan lêkera re ku binav nake tu bedenek Bedena ku derbas dibe bêyî li xwe bike bar ve tu dengek Wisa sivik wek axa bê rûxar U wir ku najî tu bedenek Bê deng û bê wêne Cîhekî piçûk heye di keştiyê de Zingar heye di binê keştiyê de Seav hene û werdek hene di nav seavan de Ku dibirûsin di navbera keştiyan de Porteqalî heye û keskahî di nav giya de Tu heyî çarçevekirî di nav neynikên wek ewqas esmanên di kurahiya giya de Wek ewqas qûyên ku derbas dibin ji gewrî û kostekan Ji bo te îstîfkirina dawiya keştiyê Wek peydabûna jiyanan Ku tu dilhêU hişyar Ji bo ku hemû biheje di nava te de Bêy ku tiştek min rizgar bike Dev bi dev Emê bigihên destan Beriya ku av U me rê bibire Bi berdewamiya kîteyên ku min ji te dibirrin Ji bo berdewamiya vê kuştariyê Li ser rûyê avê / Wek vê bedena ku tenê di nav bitenêbûna xwe de heye Gava ku tu xwe vedikişînî ji cîhanê Cîhan ranaweste ji bo wê çendê Xwe venakişîne Gava tu diçî cîhana berfireh Tu berfireh nabî ji bo wê çendê Gava tu xwe bêpar dikî ji zêdahiyê Tu danagirî tenhabûna xwe ji bo wê çendê Tu wê fireh nakî Gava tu xwe vedirevînî ji pirdengiyê Tu peyda nakî bêdengiyê ji bo wê çendê Gava ku tu şaxên xwe jêdikî Tu zêde nakî ji bo wê çendê şîreya ku av dide eniya te Ger tu piyanek av bidî min Ezê nizanibim ku ji bo vexwarinê ye An ji bo xwe xeniqandinê Gava bişkokek dil hebe bikeve Ew dikeve. Tu riştekî nikarî bikî Gava zimanek dil bike xwe daqurtîne Tu wî dadiqurtînî. Ew nikare riştekî bike. Ew te dadiqurtîne Tu riştekî nakî ger laş hinekî kerixî be jî ji qulkirina xwe bixwe Ji borîna qulikan re Ji bo tenê biservebûna qulikên din / Ziman nikare riştekî bike Di navbera avê û kamiliya dahatiyê ya bêdengiyê de Dilxweş in hûn niha bi derxistina çavên min ji şikeftên wan û belavkirina wan li pey şemitina ahûyekê ji kerina pelekî ji seavekî ku dîsa derbas dibe ji nêrînekê dagirtî ji gotinên ku we yê bixwesta bigota ji vê dîmenê ku we yê bixwesta hilgirta wek bişkivîna bişirînekê Hûn dilşa ne ku ez zeliqandî bimînim bi vî kevirî ve ku hemû bifilite ji destê min Bêyî ku ez bifilitim ji tiştekî Tuê jî bibêjî, tuê bê rawestan bibêjî tiştê ku te kirî li ser xvkana bira Ji bo ku têkilî bibe çi Da ku tu bibî v^dndabûna kîjan peyvê Di kûrahiya şoliya çav de Paşê, ewê dayik jî derkeve Ezê jî, azadane derewan bikim di tenêbûna xwe de ji bo hêdîkirina tiştê ku vedişêrim di nav soberiya xwede / Tiştê ku laş e li cem dayikê, wê hebe li cem min gelo û ger min êdî nîn be laş, dîsa jî ezê karibim xwe bihesibînim li cem wê ? Bi diranên min Ku xwe germ dikin Di nav laşên li min cîran de Tu dest diguherî Tu çermê destê xwe diguherî şiklê destê xwe Dengê destê xwe Giraniya destê xwe Ava destê xwe û tu çi vedihêlî Bêyî ku me agahdar bikî ji windabûna xwe Bêyî ku li xwe bikî çermek Lihêmldrî bi laşê me Ne dûr ji xurifandinekê çima ev saet nameşe çima ew xerab bûye Ger em demek dirêj vebigerin, ewê serê me bikeve wek derziyekê ^ Gava derziyek dikeve, biçike di mîdyekê de An îstrîdyeyek ji bo karibe dengê xwe eyar bike wek bê payînên dirûbdariyên bi sawêran re / û ezê ji kû derînim hilmên xwe yên hiriyê Ji bo erzaqê min ê spîhan Ger hez nekim jî ji şirqaman Ew ji kû derê jî bên Ji agir, ji avê, ji hewa, ji axê Di risteyan de hesin Ku xwe belav dike di dûmanê de Ku min belav dike Hesin ku gêr dibe di navbera dûmanan de Kesk ku di hesin de winda dibe Kevirên ku ava û wêran dikin dûmanê xwe diweşînin di hewaya ku wdnda dibe di pozê min de bi dirêjahiya hesinê Sor Ji aşan. û ziravên reş Ku dikarin bên min Ku dikarin min derxin ji çêbûna te Zêdetir nixamtina hengameyên min Di vî laşî de ku nikare ramûse Ne tu şevekê Ku te bicivîne Dilop bi dilop Bi xurifandinê Her wiha ji neyînê jî Ji bo ku gurê ku li pêş min e Bikaribe Ji nû ve peyda bike Mahşerê Yên ku xwe hildikin, wê bibînin Yên ku xwe bin-ax dikin, wê bimirin Ji kesên ku wê dîtibin Yên ku xwe hildikin Em dorgirtî ne, piçûkên min. Qet nîne yek saniyeyek jî mohlet Hûn dikarin xwe kerr bikin ji çiveçivên xwe, ji qajqajên xwe, ji qîrînên xwe Em ne kêm mehkûmkirî ne We ceng kiriye bi mêrxasî We ji berxwedanê jî zêdetir kiriye Ji me re gotibûn windabûneke zûtirîn Paqijkirineke ji nişkê ve û bi gişri Ew ê pêşveçûyî be lê bi temamî di dawî de Bêyî ku bê zanîn wê çi nîşanî me bide dem hetanî ji paqijkirinê Hengameyên me nixamti ne ji zû ve bi yên dawiya me Di nav vê demê de ku li me temaşe dike li dû windabûna xwe Bêyî ku zanibin ji Idjan ronkahiya mirî stêrk in em Em dorgirtî ne, piçûkên min. Bi vê dawiyê ku em dor digrin. Em dawiya vê windabûnê bi xwe ne. Dema dawiya me bi xwe. Em in paşbêja ku me li dû xwe hiştiye. Em in hilma ku wê dereng dixînin. Em bêaramî bi xwe ne ku wê dilezînin. Herikîna ku dawî tîne li hemû avî Navbera agir û gul Li wir ku hemû hengame Bange Ji yê ku nebû Qet Ez ne av im da biherilcim heta ba te Ez ne ba me da baweşim heta ba te Lê ji kîjan pencereyê ez binêrin li te Da bikim kala balindê û bibêjim te Xweşhaliya naskikirina te Wek bavikê te Da aram be li bîhnvedana te Qasî ku pak bû dilê te Da kesên din bên li aramgehê te peyda bikin ji te re bibêjin keç, xuşk, kirîv, guhan Ku hinên din ji te re bibêjin bûk, heval, dadik, bûka tartaran Tiştê ku tu bûyî Ger em nizanibin jî tuê bibî çi Di dema ku dibihire de Di bîranînên ku dimînin de Wek di strana vê hovikê de Li wir ewê dirûvê mirina min bide te Hemû ne ewqas kor e wekî ku tu dixwazî biba Lê belê, bi firê keve ji montjeana xwe Ne lihêmkirî bê perde Gava ezê çê bikim kafiyê Ji hirmiyê ta bêhêviyê Ji gayê bê parxane Dema ku ewê herkes here li ciyên din veşêre qehpetiyên xwe Bi deriyên ku tên girtin bêyî tu çerixandinek û vê gera mîrat ku ez ê bikurtînim Di her vegerekê de Bi gavek Ji bo nîn be tu gavavêtin Ji mirina te Ta tunebûna min Em dîsa îsraf bikin hinek ji van diravan Ji van bin-Iih, ji van bin-Iiheviyan Ji bo dehatiyê bikin Binê selofanê Di her mesafeyekê de seriyek seg Wê ji bo te bînin weke sîng Di wezaretên te yên başûr de Bê nîwego Sibê, çîmek kêmtir, biryar hat dayîn Seriyek jî zêdetir Di vê kurteavê de Xurt ji dehatiyên xwe û ji bilqên xwe Ji bo ku tenê di vê xetê de peyda be Ku min binav nake Bê ku qet te ji bîr bike çendî avim ez Di nav meyildariya min de çendî min vediqetîne ji te Ev Av Ev sîtava ku dienire di nav kortalên çav de ji Fransî: Sacha Hitch

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şeyhmus Dagtekîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz