Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şeyhmus Dagtekîn

Şeyhmus Dagtekîn

2 görüntülenme 0 beğeni
û ev evîna ku em dikin lasayî Di ne tu derek gemiya min de Dûr ji maran Ku dirêj dikin zimanê te çaryek esman piştî ketina te Ezê te binivîsim bi tiliyê Ezê te binav bikim qelsiya lêvan , Ku dibişkive Bi nêzîkahiya gotinê ve / Yê ku bibe çek, dibe cesed Ji bo min dû davêje ji gerdena te Min ê bixwesta xwe bigihînim hemû avî û reng Ber bi binî Kurahî Ji vî gavî Ku diafirîne demê Qelapikek piçûk Li ser lêva min Wê mezin bibe Ji bo min daqurtine Bê çerm, ne jî qaçil û derbaskirina bêaramiya min di hemû avînlyê Navbera morane û fîrariyê Birayê darhirmê Wê biherîke hemû efsane Navbera hewa û lêv Wê vegirêdin Qelsiya lingên me Êrişa başûr, her dimeşe, bi heywanên ku winda kirine hemû bakur û canik keçikên piçûk ku wê bêhal bikevin ji hemû meşan Lê tu dixwazî heta ku gotinê tam bidî bi serê xwe yî qeşmerî Ji bo qalkirina kîjan serfiraziyê Dirûvê kê dida bavê te berya ku tu dest pê bikî dirûv bidî wî di nav van avên şolî de ku zêde dikin pişta te wek ewqas termên li ber qirna vê darê / û paşê, xwîn wê dest pê bike bikele hetanî nav dil û paşê, wê dil dikaribe bi alav be Lê tê çi bixwî wextê ku hemû rişt te dikemîne Hez nakim ji hirmiyan Hez nakim ji mûzan Hez nakim ji xoxan Hez dikim ji tirî Hez nakim ji baran Naxwazim ku ji min re bibêjin rojbaş çaxê ez dbcwim gerdeniya xwe Naxwazim ku nefes bê sitandin di nîvê gotinê de Ji ber ku ewê hemî bibuhure Ji ber ku tu ê nefesê bistînî ji min Ji ber ku tu ê biqedî di nava gotinê de Tu dihizirî û ez dibihîzim yê ku tu nabêjî Ez te dibînim çaxê tu direvî ji gotinan Li kêleka keştiyekê Ku ez nabînim Bêyî bizanim çi bibêjim ji charlie re ji bo ku ew neke nazikiyên xwe Ji bo ku ew raneweste her roj Bi gunehkariyên xwe yên bedew li ber dergehan Bêyî ku bizanibe ewê çi bike sibê Wê çi bike ji segê xwe sibê Wê çi bike ji porên xwe sibê Wê çi bike ji jiyana xwe sibê Bêyî bizane ewê çawa ji xwe bipirse pirsa sibê Ger ew derkeve bi perûkê an bi tutiyê ku bikaribin derew derînin devokên wê Berhevke destmalên xwe yên lekeyî an nelekeyî Ji bo ku ew bi çavên xwe bibîne seriyên Ku ew derdixe ji çenta xwe dinyayên te yên dahatû û dirêj dike gotinên te ta pergîrî Belê rast e, ev hemû beriya şiîrê ye Bi jiyana wek dûmahîka ji hevkêşeyên ne mimkun Wextê ku dişewite ax û ku tu diricifî bi bîranîna xwe Di dema ku dibe de Ji bo bîranîna yê ku diheje Li dûr, hewa xwarbûnên xwe nû dişêwand û kevneçiyayê te yê li wir Kevne kabûsê te Larîkirî li bin cesedan ji ber ku hergav Evîn Wê me bîne Vê kayîniyê Ya çêlekê Ku roj û şev Li kelîsên xwe dike eşkence Ji bo qet raneweste Bê erzaqê hêşînahiyê û ji tirsê Li benda ku tu min di tariyê da winda bild Ku tuê indî nebî Kale darhirmiyê Pîre hîvê û henviha çêlekên ku wê biçêrin Zimanê bizinên min Hemû temamî şidandî Ber bi mirina ku tu vedigerînî Di destpêkê de tu kes ewê dernekeve ji gotinê ji şeklên jêkirî yên di nav rûberê ewê me derînin ji yê ku em in ewê me kêm dikin, birayê piçûk ji bo ku ez tiliyek xwe ya din jêkim û ku bikeve nav vê avê navbera maçkirin û gezkirinê û ji nû ve peydakirina yê ku biqewimîne ger qet ewçend destên min nîn bin jî ji bo te bigrim di nav rûberê balindeya nav-Iê-nekirî / ger tu kesî nizanibûya çi jî bike gava dinya di nav destên wî da bûya û paşê, emê serên xwe bixwun û paşê, ewê serê me tune be û paşê, emê em bi xwe nebin û paşê, emê tunebin indî Va ye felaketa ku devek dikare bike Ez te haydar dikim ez ê bi hemû awayî xwe biparêzim Serê te jî ewê xuya bike li ser kursiyek Bêpê Ku emê bipîvin Di navenda yê ku em bûn de Ezê tenê li te binêrim, ezê tenê te bibihîzim Tenê yên ku desthalat dibin ji veşariyên te Tenê yên ku difurin ji bêdengiya te Bi vî porê kozîkirî yê pîrikan ku tu dixemilînî weld zaferek lê belê ku ew rojên xwe digire di nav derzên lêvên xwe yên donî û pirçokî Dapîrê ku wê di nêzîk de bikeve ji darên xwe ji bo berhevbike gotinên min Waxtê ku ewê nikaribe bersîva saeta xwe ya ku ewê bê jî bide Ne jî ew çavên ku ewê li me beqî bin û ku tu ê nizanibî vebild ne yek jî ji zimanên te / Wek vê ronkahiyê ku digihê me demek dirêj piştî mirinê Dikarî xewnên xwe ji min re veld Di nav tiliyên min ên xemgîn de Di navbera te û hemûyên din de Herwiha di rastiya rûyê te de Ku dibe ba, mêrg, h`erî û berî Tam-sariya gotinê Her wisa di ser temenê xwe de Tu ê binêrî li dinyayê Qasî ewçend şevên mirî Di şûna ku dipeyivî, renê, firra xwe bigire ber bi pisîkên dûv dirêj ve, ber bi zinarên zêde ber bi kaşê ve, ber bi çîtên rachel ve, ber bi kurahiya germ a jeanne ve Di derbasoka mij de, bi xapînên xwe ve Herwiha te tiştek nizanibû ji doh û ku tuê bikevî wek mozehingivek nava derzên sibê wek zeytûnek di navbera av û loirê de Bi qasî esrek mesafe, yê ku te didît naşibe indî yê ku ji ber te maye di vê navê de ez ê bihêlim ku tu derbas bibî di ser serê min re Dorberkirî ji qaltaxan, ji miyan, ji qursikan û ew balindeyên çenebazên nêzî avê Ewqas hêrs zêdetir ji agirê tevlihev Hadê bicehime ji cîhê ku tu lê yî Di nava vê meydana kulîlkan Ji bo nîşana windabûna min Di navbera yê ku bi-nav-dikim û yê ku dadiqurtînim Min got xwîn Te got laş û min dest pê kir bimehînim Yê ku di navbera xwîn û laş de Bi diranên xwe yî Deynkirî ji segên min Ji bo ku xwediyên me yên nû Bikaribin biçerxînin Diranên xwe Di gerdenên me de Dilcarim ji te ra bînim qafikên şeytanokê Taseka bê `emir Qamîşeke bê sicîl Qafikên ku nînin indî tu bîranîn ji şûşeyan Xirxalek ku li ba xwe hişt evîna guzikên ku bi wan bûye Toza kevir Ewçend laş ku kevir Gulên ku soriya wan winda dibe di nav zenga ku wan dinildrîne Ewçend xet ku xwe diguherin dibin ewçend mirî ku rawestanê da tu wan bihingivînî bi hizrek xwe Ey evîna min Ku ez nikarim derînim Ji kîjan kevirî Ji kîjan afirî Ji kîjan aveziblî Qîrîn nayên bihîstin Ya ku tê bihîstin nayê dîtin Ya ku tê dîtin nayê gotin Komek ji agir û gotinan / Lê kîjan saniyeya vê xewnê ewê ji bo te çûyineke taze be Dixwazim em bi hev re xewn bibînin Ku em bi hev re bibin şiyar Dixwazim ku em bi `eynî destî bigrin Ku em bibihîzin ji `eynî guhî Dixwazin li te silavê bikim ji nêz ve Qet te winda nekim ji dûr ve Dixwazim te bibînim bi hemû îmkanên dîtinê Dixwazim ku hundir ji te dest pê bike Ku derva jî tenê tu bî Ez ê te bixwazim di vînê de û di yê ku jê dibuhure de / Dixwazim yê ku ber bi te dibeze bim ez Yê ku xwe wêran dike û peyda dike jiyanê U te Bêyî ku tu kêm bibî bi tu awayî Dixwazim baskên vekirî bim ez Laşê ku wê tu bask nikaribin hilgirin Te dixwazim gihîştgeha hemû herfî çavkaniya hemû gotinan Te dixwazim zevî û ode Ax û dar, reşika çav û dîrina wê Weke ku jiyana te beravajiyê ya min û ku ewê bê paqijkirin bi eynî nefesê Tu ê tenê bi min ve mijûl bibî ne wisa Ewê hizrên te tenê ji bo min bin, ne wisa Di dîtina te de, tenê ezê hebim, ne wisa Di bin çermê te de, tenê ezê hebim, ne wisa Hemû zengilên hisên te ewê lêdin di `eynî demê de ji bo min, ne wisa Ger tu bixwazî xwe ji min biqetînî jî Xwe zindankî çar dîwarên te wê ez bim, ne wisa Ger te bixwesta xwe dûr jî bikî Bask û riyên te wê ez bim, ne wisa Ger te bixwesta winda jî bibî Windabûna te wê ez bim, ne wisa Tu qet ne bersiv î, ji min re dibêjî Tu hergav ne lê yî û dûrî yî, ji min re dibêjî Ez ê nikaribim bibim bersiva ku tu ê nizanibî roja ku tu ê hilnebî dara ku tu ê nebînî giyayê ku tu ê pêl nekî striyê ku tu ê dest lê nedî Hemû gav li te digerin, te pê nedizanî Hemû serî digevilin ber bi te, te pê nedizanî Hemû tînî ber bi te, te pê ne dizanî Hemû dînîtî tenê li benda te ne Te pê ne dizanî Tu ê pê nizanibî Tu naxwazî pê bizanî Bi te hesret in hemû xewn Lê yê ku dixitimîne dîtinê Nabe derî li ser te Min dihêle li ber dergehê dîtina te Dibe dîwarê ku min vediqetîne ji dîtina te Axa ku min vediqetîne ji dînîtiya te Ji te ra dikim qala dînbûnê Dînê baş napeyive Napirse Dînê baş dihelise di dînbûna xwe de Di bêdengiya xwe li te nêzîkirinê de Ji bo ji bîr bike yê ku ew bû Yê ku ewê nebe / Yê ku ewê hebe tenê di nav çav de Li ser ziman Di xwîna heywan de Ku me dirûçikîne ji Fransî: Sacha Hitch

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şeyhmus Dagtekîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz