Tu nîşana me bû seydayê Tîrêj
Tu sitêra me bû tu bû gelawêj
Belê seyda te em dane kul û xem
Tu dîwana me bû tu bû serecem
Tu bû ê ko te germî pir dida me
Bi me xweşkir te ev kar û keda me
Te barê me girantir kir hevalo
Te xatir jî ji me nexwest çima lo
Te em kuştin bivê derba xedar e
Te dil sotin li me hişk kir buhar e
Tu seydayê me bû rênasê Kurda
çima îroj te zû destê me berda
Tu hêja bû çima te ber nebir ser
Alîkarê gelê kurd bû li her der
Erê seyda ji nav me tu cuda bû
Te benda me şikand û pir xera bû
Tu hevalê Cegerxwîn û Keleş bû
Berî çil rojî ew roja me reş bû
çima em kurd bicarek bê si`ûd in
çima dijmin li ser me tim şerûd in
Va Afxan û Felestîna me hel bû
Para gelê kurdî çima xerdel bû
Divê çêkin civak û kom û cerdan
Welatê me hê meydana zigurdan
Serî rake were bayê me rabû
Ji Êlûlê ve bî tir ew xuya bû
Tu mizgînê bide koma şehîdan
Wekî xanê Cegerxwîn û Qedrî can
Ji wan re bêj Keleş va name rêkir
Ji yezdanê mezin wî bo me çêkir
Dem hatiye wê perde bên çirandin
Qeyd û zincîr wê tevde bên şikandin
Bê xem razin neyar wê tev nemînin
Ji zû ve kurd li ser wan tev bi kîn in
Eger bimrin wê gel tev bêne meydan
Li Kurdsitanê namînin perîşan
Bi zarê xwe emê tevde bixwînin
Nêzîk maye azadiyê bibînin
Ezê bankim ji Gir Keftar tu rabe
Welatê me dibin destan de nabe
Were cejna me pîroz ke bi rastî
Guman heye dever tev bibe haştî
Gelî kurdan kul û derdan veşêrin
Li ber bayê demê kevan bidêrin
Dema me hatiye divê ne razin
şev û rojan heqê xwe hûn bixwazin
Bi xamê tev bikin cenga neyaran
Pirtûk û nameyan çêkin bibaran
Hezar carê se`et xweş be tu Tîrêj
Heta saxim ezê herdem bikim bêj
Te sê pirtûk ji me`r hiştin birawo
Ji vî karê hêja û pirbuhawo
Gelê kurdî li ser gora te kom in
Li ser te şînê dikşînin bidom in
Hezar heyf û mexabin tev dibêjin
Ser û jêr in li ser te mest û gêj in
Hezar rehmet li gora te bibarî
Hezar baqê gulan bo te diyarî
25/4/2002
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Keleş şiirlerine dön