Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Keleş

Seydayê Keleş

2 görüntülenme 0 beğeni
Gerdena nazik ji rîhanê ne de ber pencerê Bejn û bala tey tenik tirsim belak jê re derê Zilf û xalan tu veşêre ebrû çavan ber ne de Nabî kes vana bi bînî û li wana bi nerê Porê zer sor û dirêj qet min ne vêt ba lê bidin Mîna şitla şox û şengê bejn û bala esmerê Ev surra bayê seher pê re hezar êş û elem Vê qebûl nakim tu caran ji wê bircê tu derê Dergevan im bendewar im mal û halê min tu ye Vî dilê Seyda ditirsim tu bi dî ber xincerê Ji birînan pir ditirsim ger bi çin nêv cerg û dil Wê hinavan bidne sotin tev bi carek her derê Min nexe nêv kul û derdan min berê dil tije ye Ji neyaran pir di tirsim ko bi çin koçk û serê Min nevêtin ku hinek bên bi bûrin çav li te kin Wê demê êş û elem xurtin li nêva cegerê Ev neyar ger te bi bînin wê bi sojin vî dilî Tê belakê bo mi çêkî di be ku can tê herê Her neyar ji min di tirsin û ji ber min direvin Lê li ber te xûz û xwarim ma li min tu na nerê Xet û xalên qelemî dijmin di wan na buhurin Pir ditirsim ku ji dest min herî find û fenerê Nazik û şêrîn û rindê ser û surra periyan Ser me danî ber piyên wê pût û lat û mehderê Bejin û bala te yê taze wek çinara zeviyê Nêrgiza sîka zinarê ney û naya deverê Nazika min dilbirîn im ji xem û derd û kulan Ka li halê min binêre bide min yek xeberê Min ne xoş im mest û gêj im sebir û saman im ne ma Ez ditirsim ku nemînim ne bînim qozeqerê şerbeta şêrîn ji lêvan ez dinoşim şev û roj Aşiqê bejina bilind im zêr û durr û gewherê Tu ye hêl û hinera min bi te bawer min heye Min ji kalî ve digerînî bîstûpênc salî berê Kaniya ava heyatê kî vexwî wê her bijî Pê dibim mîna Ebanos ta bi sed salî derê Wê ji bo min her bimînî ser bilind û payedar Tac û textê min ji zêrin sînga eywan û serê Te bi lawê Sîna nadim ne bi Luqmanê hekîm Tu ye dermanê dilê min wê bi te ruh vegerê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Keleş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz