Ez kengî rabim
û
Bi hibra çavên xwe
Dest bi navê te bikim
Bi îske îska zarokekî
Xwe di nava çavên te de dibînim...
Nizanim kîjan kolan derdikeve mala te
û
Destên te heta ku dikare min hembêz bike
Ev ez
Ev kolan
Ev jî mala te
Lê derî venabin hundirê te
Ez jî bi hibra xwe dimînim di çavên te de
Ferq nake
Kîjan mal
Kijan derî
Bi xaçekê
Sor dikim
Heta heta hebe
Li van kolanan
Yekî wek te
Li vî bajarî...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şexmûs Sefer şiirlerine dön