Eşqiyayên zemanên berê
Di nav morîkên bejnên pîrekan de
Li helbestan digeriyan
û bi her çarînê
çiyayên wan asê
Serê wan bilindtir dibû
Heyhat û heyçû!
Eşqiyayên zemanên berê mirin
Morîkên wan pîrekan winda bûn
û nema bêhna tu çarînê
Ji bejna tu pîrekê tê...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şexmûs Sefer şiirlerine dön