me selma her tinê dîbû, ji xubanê cihan selma
qesem ba wechê selmayê, tu yî yek ten eyan selma
dinasîn em te selmayê, cihangîrê me yektayê
ji dunyayê ji uqbayê, eyan û hem nihan selma
di çeşman da yeqîn nûr î, tu daxê can û rencûr î
di çîn da tu ji fexfûr î, şahinşayê zeman selma
tu leyla dilbera qeys î, tu zayê sîneyê deys î
ti vî rengî, ti vî keysî, mirada her kesan selma
mirada muslim û mulhid, çi der dêrê çi der mescid
neveftê her yekî murşid, şirîkê muşrikan selma
şirîkê mişrikanî tu, emînê silabkan î tu
meta’ê her dukanî tu, dukana cewheran selma
sizawar û keremdar î, li ser gencî tu her mar î
digel musa û sehhar î, îmamê sahran selma
ji deryayê dide mewcan, ji wê tên her durr û mercan
tu dam û daneya her can, tu yî ruh û rewan selma
tu şemsa kewkeba carî, felekgêr û seyyar î
di çerxa lewleba carî, di eşqa te dayîn selma
ji ber eşqa te bîxud bû, eger roj û eger şeb bû
şibî me her tibê ew bû, hemû se’et û deman selma
çi binvîsim çi bêjim ez, qewî heyran û gêj im ez
eger dînê ji mêj im ez, tura axir xudan selma
tu yî willah xudanê min, tu yî ruh û rewanê min
tu yî fesl û beyanê min, bikim behs û beyan selma
eger dilber bidit furset, meded karê me bit nesret
qelem dê behsekê jê ket, ji şehzadê cihan selma
ji şehzada sîfet hurî, hebîb û dilbera nûrî
sîyeh çeşm û gula curî, xudana erqman selma
*Ji dîwana Şêx Nûreddînê Birîfkanî (1790-1851)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Nûredînê Birîfkanî şiirlerine dön