Ev bendeyî şêxî cîhan
Lazim divî sira nihan
Zahir bikim qutbî zeman
Da hon bizanin qisetê
şêxek hebû xewsê dinê
Insan hemî jê bûn xenî
Ne d`hate xab û xwarinê
Daîm bi terka lezetê
Navê ewî qutbî şerîf
şiblî Ebûbekrê zerîf
Yekser dibû wek mû zeîf
Daîm bi tirs û xeşyetê
Eslê terîqa şêx çi ye
Ewil emîrî şahiye
şêx hakimek farîsî ye
Siltanê mîr û şewketê
Mîrê nihawendî bû ew
şahê semerqendî bû ew.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Nûredînê Birîfkanî şiirlerine dön