Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Biçûk

Selîm Biçûk

2 görüntülenme 0 beğeni
Pêçekek qedexe, hebûnek qedexe, zemînek qedexe, giyanek qedexe sipart kulîna xewnistanê Bêzariya xewnê bû, birîn bi ser giyan de diponijî şevên şêt bedewiya taristanê bo birçiyê xewnan diristin konê hebûneke tazî, li valahiyê, gulistanek bêgul, çolbeyarên rût, bi azara hêstiran lorandin Diyariya mirinê bo jiyanek zivistanî, di valahiyê de, kaniya êşê tije sorgul kir Di kêliyekê de hezar sal bi cih dibûn Di hezar salî de kêliyek têk diçû Ew û têkçûn hevrêyên xewnê bûn sozên zêrîn berz bûn Kujar bû destpêk, dawiya hîn nehatî sergêj kir Sahsiwarê xewnên têkçûyî Bexçeyê azarê bost bi bost dipîva Dibû niştecihê hêstiristanê, tazî hat, dawiya nehatî pêşwazî birînê kir Li vir, li vî kavilê wêran, Li pey kelemperan, bihara bêbextiyê dipişkivî wêneyê xewnê lerizî li noşgeha çavên te, rastî wêran bû Fermo, ji payîzokên nehatine ziman, ji heyranokan, xewnan bihûne kavilê dilê min bipîve, ka çend qonaxên te lê hene? Min ew li wir hişt, tu li vir î û xwe?... Rût û şêt e poşmanî çîrok nayê dawî, dirêj e mîna şevên me, reş e mîna bextê me Kolanên bêbextiyê min û tu bost bi bost dipîvin Ez hîn ji xwe dipirsim, ew riya hewqas kin çawa bi salan ajot? Wê rojê rê bû girav, dawî lê nehatiye Ji Tirbasipiyê diçim Qamişloyê Bermayên min belav dibin Hîn bi rê ve diçim Hîn ew hêstira li qoziya çavên min zîz dibû semayê digerîne Em bi ku ve diçin lawê min? Ji min pirs kir, Li hêviya bersivê ye Li wir, li wan kavilên wêran, pirs zîz dibe, bi ava Cerehê re dixwişe, dibe şape, nalîna lehiyan Diyarê Felekê dilerizîne Kanîgurê, Warikê kewa, Kevirê hêmid, Qubika wêran, Nêrdiham, bi zarîn: Hûn bi ku ve diçin? ... Ez di rê de me periya min, rêvingiyê bihiştê me, Lê riya Qamişloyê bûye girav, bêdawî dikişe Kêlî dibin sal, sal di nava kêliyan de têk diçin, Min bibexşîne, ku bê bersiv diçî! Dilê te seyrangeha tenhatiya min bû, di rêwîtiya bêdawî de, hembêza te vehesîngeha min bû Dem di aramiya bêtebatiyê de radiweste, cih, di tunebûnê de zîz dibe, Ma dê ev konê reş li ku bê vegirtin, em dê li ku peyva dawî biweşînin, li ku hêstira dawî birijînin Xaka biyaniyê germiya hêstiran napejirîne Pirs û bersivên me li hev tên alandin, mirovên nûjen tênagihîjin! Te çawa rê dît ku bêbersiv bar bikî? Te çawa karibû rêwîtiya bêdawî di destpêkê de bibire? Te çawa karibû hêstira dawî bisipêre Diyarê Felekê? Di tunebûna cih û demê de, çawa mirov bi şûn de vedigere? Di xelekên zincîra qedexeyan de, çawa ew kon hat vegirtin? Ew xak dikare bersiva pirsên me bide? Em rêvingiyên, bi tunebûna cih û demê re dizîvirin, bi ku ve diçin?! Em pirsan dubare dikin, bersivên me pirs in. Di xatirxwestina dawî de, em, pirs û bersiv dibin yek, di tunebûnê de, destpêk û dawiyê digihînin hev. Melaka afirandinê! Ez rêwî me, rawestan ji min westiya, li serê wê kolanê, li ser riya Dugirê, ber bi Qamişloyê, ez û dem û cih bûne yek, bêaramiya xewnê, min di nav netebatiyê de digevizîne bi hev re, riya bêveger , em hembêz kiri bûn, te ez sipartim tenêbûna xewnê. Karwanê vegera bêvegir, bê silava dawî, tu ber bi pêlên xewnan ve birî. Rêwiyê! Li xerîbiyê, te çend hêstir tevî kederan kirin? te çend axîn dane ser hev? te çend şev lorandin? Di kêliyekê de, te çend sal didan hev? Te çend caran pirsa xwe dubare kir? "Em bi ku ve diçin?" û te ew bexçeyê êşê, bi hêstir û axînan av dida, xewnên te, ji Bagokê vezilehan, li Cerehê şax vedan, li koçberiyê ber girtin, bûn gerdûneke ji azar û kulan, ez dorpêç kirim, dibim natorvan. Di kolika êşê de, natoriya kovanan dikim Em bêveger bi rê keti bûn, tu bêveger vegeriyayî, di rêwîtiya xwe de, bi nalînên te re dijîm Te bar kir, tu çûyî, lê ez?! ... û ya din?! ... Ev pencere vekirî hişt Ji çaviyên birînê, ferhenga peyvên qefilî stuxwar, sipart hewesa şevê Kizîra biharên me, bû sirûda têkçûnê Melodiyên bêbextiyê me dilorînin Hesretên biyaniyê me dipîvin Xewn ji nalînên me dicefilin Wê rojê, li ber wê avê, bi lerizîna stêrkan, peymana xwe, me nîşan kir Bi tunebûna cih û demê re, em bûn liva xewnê, Yekîtiya me, bi Serefdînê re berz dibû, Berfînek ji nav spehîbûna spiyatiyê rakişiya Biriqîna zerahiya wê, silava xewna beravêtî da Di tebatiya liva xewnê de, peyman lerizî, stêrk behitî man, xewn li şevê qedexe kirin Wê rojê, li ber wê avê, tu bûyî xwedayê wê xewna nedîtî Di xewnê de bûyî xewn Bûyî destana xiniziyê Sermezariya çiyayên serfiraz, reşa xwe ji sozên te vedigire Bilorîne, da liva dawî me bihûne, xewna dawî me bibîne Ez û rê û dem, rêwî ne, di hev de radiwestin, bêdeng, ber bi Qamişloyê, di cih de, dizîvirin û ew çiya! ... çiyayoooo! ç I Ya Y ê S i p î çav li siwarên rojê, sernixûn dibe Serpêhatiya şervanekî ji êgir, ji girava bêbextiyê dinoşe Me dipêçe bi çîrokên şan û bêrûmetiyê, serkeftin û têkçûnên li hev alandî, rastî û xiniziya şevên me Me zarokên xewnan, pêrgînî helbesta azadiyê dike Me xewn dirêse Me xwîn dirêse Me şîn dirêse Me sor dirêse Me girî dirêse Me ken dirêse Me Mem û Zîn dirêse Me Beko dirêse Tevnepîrên berehên xwe, ji guliyên amedî dihûne Diyariya zindanê dibe al, Rûyê sipî sor dike Em biran e! Birayên xwînê, xwîna keçikaniya xwîşkên me Ma dê çawa Qamişloyê nekale Dê çawa rûyê xwe bide min Bi hêviyên me sermest bûbû Tu hembêz dikirî Hoooy çiyayê Sipî! Biqîre, bila dilopên xwînê bipijiqin Bila berfîn bel bibin Bila sipehîtiya te sipî bimîne Bila dem bilive Bila cih bilive Bila bêdengî biqîre Em bi ku ve tune dibin?! ... Ji wê pencereya birînê Ji wê çaviya xwînê Sêlehan soz, Li jêrzemîna dilê min, koremarên nankor alandin Sahiya vekirina girtina deriyan Kilît li dest te, bi ku ve diçe Gilgameş? Enkido, di xewna me de, winda dibe Em neviyên rojê, dibin dîliyên taristana peyvê Tu şahsiwara sozan! li şahiya mirinê li ba dibî, şermezar dibe çiya Vedenga stiranên me, çardara Xwedê, pêşwazî goristaneke bênav dike Bi ku ve diçî Gilgameş?! çûn bêveger e! Veger bêveger e! Li ser sînorê çûn û vegerê, peyv dişewitin, soz dişewitin, pirs dişewitin, bersiv dişewitin, em dişewitin Tu dizanî bi çend sorgulan min bejna te pîva? Bi çend rûpelên endekoyê min xemla te hûna? çend helbest di bîbika çavên te de, şkestin? çend şev, min bi navê te lorandin? çend ez, di xewna te de têkçûn? Tu dizanî...? Ji wê pencerya vekirî, çavnihêriyê berbangê dimînim Di xewna min de, tu xewn dimînî Bila ev pencere jî bê girtin Riya Qamişloyê bêdawî ye Ew bêveger vegeriya Tu bêveger çûyî Ez Bêhatin Bêveger Bêçûn Di aramiya netebatiyê de diçim ... Hannover/Elmaniya

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Biçûk şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz