Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Biçûk

Selîm Biçûk

2 görüntülenme 0 beğeni
Li nav çavên te, dojeh û rêwîtiya windabûyî bask westiyayî difirim baskek li nav dilê te li ba dibe yek li agirê dojehê diqijile û çav…! çav li dûriya hêviyê zîz dibin windabûna te agirê dilê min dişewitîne Hoy xewna min! rastiya derewîn! heşt salan li pey te bêaram digerim derew ya min bû xewn ya min bû xeyal ya min bû min ji xwe bawer kir û ketim sopê heşt salan heşt temenên windabûyî heşt mirin heşt rabûn heşt rastiyên derewîn heşt hêviyên mirî û... Destpêka dawî hebûn bû derew xewn bû derew ez bûm derew û tû ?! tu rastiya derewîn te ronahiya berbanga sibê ji min revand li navbera sînorê tarî û ronahiyê tenahiya min hişt ez bûm nobedarê veqetandina şev û rojê tenahiyê mijûl dikim Bes e! Kuştina min dubare neke! gulekê diyarî bide min! bîranîna mirina min e! mirina li nav dilê te lê dilê te?! gelo hîn lê dide?! hîn rengê gulan nas dike?! Yan li nav xewnên min bû lêlan, winda bû?! bêser û ber ket riyên bêşop rehet raza periya min! ez rêwî me, li ser sînorê mirin û jiyanê dizîvirim têm tewafa dilê te lê sar e mîna kevirê qublê li hember dihêrifim û dimînim nobedarê cudabûna şev û rojê yekîtiya dijberiyên gerdûnê dirêsim lê li ber dilê te dihêrifim dibim xweliya şûnmayên dîrokê ez westiyam.....! westiyam û ber bayê dikivim! li nav qirêja sedsala bîst û yekê dibim derewa li ser zimanê mirovên nûjen! li bin piyê azadiya sexte dihelim wêran dibim talan dibim bêser û şop diçim ber bi tunebûnê, pêlan didim! bi xatirê te periya min! Jiyan baş! ez...di...çi...immmm

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Biçûk şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz