Xeman dîsa li nêva dil xwe kar kir
Dema gotin ko seydayê te barkir
Rêvendî û dûriya ji wara ne bes bû
Xemek dîtir li kovanan siwar kir
Xemek mestir bû mêvanê dilê min
Bi çûna te bê av man sorgulên min
Nema bê te dixwînî bilbilê min
Bikî bawer te dîwana mi sarkir
Piştî te ez bê heval û hogir im
Ez bê rist û bê mamoste û bê dur im
Bilbilek dîtir ezê ji kê wergirim
Wî jî hêlîn li baxê min xirakir
Tu ne bay ez niha şaş û nezan bûm
Bê çare û bê hêz û bê şiyan bûm
Li mizgeftan li rêzê sofiyan bûm
Te bo min bingehek zêrîn avakir
Bi te ez bûm hunermend û stranvan
Zindî kirim piştî kor bûm ji çavan
Te ronî da dilê min dem û gavan
Te rêbaza milet bo min diyar kir
Gelek wek min bi xama te şiyar bûn
Bi ristên te li Kurdistan diyar bûn
Hemû tîrêj birûsk û pêt û ar bûn
Te navê xwe bi lal û dûr jiyan kir
Bi hêvî me ji Yezdanê dilovan
Li nav baxê Bihiştê bibye mêvan
Hezar rehmet li gora te be seyda
Te erkê gel ji ser milê xwe rakir
26-3-2002
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seîdê Gabarî şiirlerine dön