Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seîdê Gabarî

Seîdê Gabarî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ahoramezda.. Allah.. xweda.. çi kes bim ez çi reng bim ez çi tişt bim ez çi qenc bim çi xerap bim ez ji bîr neke mirovim ez, insanim ez , xelîfê te me li ser zemînî ez Ahoramezda.. ez dû çavan ji te dixwazim ez. Ji pişta adem û êva te afirandim ez te soz dabû Ehrêmenî ku serfiraz bimînim ez bêkesim.. bêxwedî me .. bê awatim ez. Ahoramezda.. Ji qewmê arî û mîdî me ez .. mîtan û kardox û lolo me ez.. birakê xorşîd û ayîsd û poroçîsta û firîna zerdeştî me ez sûyarê Sultan Salahedînî me ez xewna şêx Seid ê Pîranî me ez .. gazîya Qazî Mehemedî me ez.. Kevne Sofîyê gorra barzanî me ez.. Ahoramezda.. dû çavan ji te dixwazim ez! Ahoramezda.. hikmeta te ye yaxî nabim ez.. kifir nabim ez.. lêbelê mafê mine ji min sitandin to yî xwedîyê keremê mafê mine lew ji te dixwazim ez ! Ahoramezda.. te ez hêlam.. belê te na hêlim ez.. hez nakî ji min .. belê ji te hez dikim ez.. min dicêribînî.. belê te na cêribînim ez.. bê hêvî may to ji min .. belê bêhêvî nabim ji te ez Ahoramezda.. çirayê dinê vimirî di çavê min de.. lê çirayê te nahêlim bivemire di dilî de ez ahoramezda.. sal û zeman distirînim mandî ne bûm ez.. jîyê mayî jî .. dê vê stiranê stirînim û mandî nabim ez ahoramezda.. bila ez bihêm dîtin .. herçende nabînim ez. *Amadekar: Sebrî Silêvanî, nameya Seîdê Gabarî ya ji bo Xwedê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seîdê Gabarî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz