Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sehîdê Îbo

Sehîdê Îbo

2 görüntülenme 0 beğeni
MOSKVA-HÎV Bilêta xwe hilde, hevalo, Roja îro em rêwîne, Dewrana me wa hewale, Qonaxa me îro hîve. Hîv, ku qurne û zeman Mîna bûka rûxêlî, Wehîd li ezmîn dima, Bûye mezîla rêwî. Moskva-Hîv rya me, Ne ecêv, ne dizî, Ez ji gund hatime, Diçim ser hîvê jî. Bilêta xwe hilde hevalo, Hîv merem, lê em rêwî, Dewrana me wa hewale, Hîv jî namîne cêwî. Helbest: Sehîdê Îbo Ji Kirîlî tîpguhêziya ji bo Latînî: Rêdûr Dîjle *Zimanê resen yê helbestê esas hatiye girtin. Di warê rêziman û rastnivîsê de bi tu awayî mudaxileyî helbestê nehatiye kirin. Sehîdê Îbo Rizgoyan ev helbest di sala 1959`an de nivîsandiye û di pirtûka wî ya helbestan a bi navê "Sînem"ê de hatiye çapkirin. Sînem di 1975`an de li Yêrivanê hatiye çapkirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sehîdê Îbo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz