Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sehîdê Îbo

Sehîdê Îbo

2 görüntülenme 0 beğeni
Sê mirazê min hene, Yek bihaye ji ê din, Sertaç huba weten e Mîna şîrê dayka min. Ew hub xwelî, ez zîlek, Ew kilam e, ez xeber, Ew pişt, baye, ez bîlek, Ew şemse da min neder. Mirazê din edlayî, Ku rewşe bo dinyaê, Bi wê ezman tim sayî, Avka lêva mervayê. Lê mirazê minî din Huba teye Kurdistan, Ew li nava dilê min Bûye agir û sindyan. Heft xwezla min wê rojê Aza bivî, Kurdistan, Çelkî de’wê û dozê Bivî serbest û xudan. Sê mirazê ser lêvê min, Bêî wan emrê min qete, Ew mal, hal û qamê min Mirazê min zîarete. 1963

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sehîdê Îbo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz