Şîfteyî nûrî cemalim mahî tabanim were
arezûy şehdî wîsalim canî cananim were
rojî `îyde çawerêtim bêy be qurbanim bikey
kuştinîşit rehmete sed car be qurbanim were
Bê dewayî wesleket derdim `îlacî nakirê
derdî bê derman hetakey derd û dermanim were
min xerîbî tome umêdim be hîç derga nîye
çawerêy îhsanî tome şay xerîbanim were
wa dil û dînim le rêy `îşqî to fewta çawekem
xoşî rûy tom kafîye bo nûrî îmanim were
bo hewal pirsî nexoşî xot çîye ger yek demê
ya leber xwa ya leber rexmî reqîbanim were
kewtime nêw halî hîlakit wa le derdî dûrî to
memkuje bew derde sed car dest û damanim were
awurî `îşqit wehay sûtanduwe kokay derûn
min xerîqî mewcî xwênim sîne biryanim were
safî ta rojî qiyamet her denalênê û delê
ta nefes mawe le qelbim yarî penhanim were
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Safî Hîranî şiirlerine dön