Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Safî Hîranî

Safî Hîranî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dil leber derdî fîraqî yare meylî mey deka Gwê le dengî saz û `ûd û bezmî nay û ney deka Serdemê mest û xumar û xadîmî meyxaneye Wextê tesbîhî le deste, sofîye hey hey deka Hênde caran `alîmî `amîl û `abîd xoyetî Wextê cehil û fîsqî zore `alemê lomey deka Car be carê zor be keyf û pêkenîn û xendeye Hênde şem mecnûne şîn û girye bo leyley deka Pêy delêm ey dil were êranî ya tûranî be Ew le beynî herdûke rêge rû le deştî rey deka Dil nezan û şête ya serxoşe yan dêwaneye Ya îlahî îşî wa `eksî be min takey eka Dûrî yare dil le boye bê sûbate (safî)a Taku lem seg merge dabê îxtyarî wey eka kurmancî: Dil ji ber derdê fîraqê yar e meylê mey dike Guhdarê dengê saz û `ûd û bezmê nay û ney dike Serwextek mest û xûmar û xizmetkarê meyxane ye Serwextek tesbîh bi dest e, sofî ye hey hey dike Hin caran `alîmê `amîl û `abîdê xwe ye Wexta ku cehil û fîsqê wî pirr in, `alemek jê lome dike Car na caran pirr bi kêf û ken û xende ye Hin caran jî mecnûn e, şîn û girîn bo leylê dike Jê re dibêjim ey dil were îranî yan turanî be Ew di navbera her du riyan de ber bi deştan rêy dike Dil, nezan û dîn e yan serxweş e yan dîwane ye Ya îllahî karê wiha eks bi min re ta key dike Ji ber dûriyê yar e, loma dil bê sûbat e (Safî)ya Ta ku li vê xwilîseriyê derkeve, îxtîyarê wey dike.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Safî Hîranî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz