Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sadiq Ferhadî

Sadiq Ferhadî

2 görüntülenme 0 beğeni
Çarîna 1ê Şivan im ez li hêrî hemberê te Diçêrînim xiyalan li çerê te Gerê rawim xewê gerya li çavan Mexel kim satê li ber sî serê te Çarîna 2ê Zivistan bû, royek hatî ser avê Du çavên te temûzîtir ji tavê Mi şê`rek sa te li berfê nivîsî Te ku lê ifkirî hate ber avê Çarîna 3ê Xeyalên xam dilê min patin îşev Hilanîm birme dinyayek din îşev Mi got gaşe li xewnê te biwînim Heray ku xew jî nê cavê min îşev Çarîna 4ê Hewa rind e, tu rind î, halê min rind Şev û ro rind û hîv û salê min rind Tema min tunne bû va rozigara Bihemlîne min û eqbalê min rind Çarîna 5ê Bixapînim dilê xwa bi çi manê? Çima nê ew, çima nê ew, çima nê? Nizane ew meger dil tengi teng e? Çimanê min dixapîne, çimanê? Çarîna 6ê Biken min ra! biken lê sêva Oxazê! Biken! Arê qezel li canê kaxazê! Biken! Kennê te şîrîn e, nizanî tu Çiqes rind î û ez mest im çi endazê Çarîna 7ê Ji xwa ta xwa timêşe ez li rê me Ji xwa hay terrime dîsanê tême Xwedê ya xelkê sergizdan kirim ya Mi xwa venda kir û umrek wi pê me? Çarîna 8ê Dutar û bexşî mest û çeppe taw mest Ser û çavên te mest û mest dil û dest Demek mest bûm nizanim çerre bû ku Ji çavên te ketim piştê min işkest Çarîna 9ê Tu jî mîna mi gaşe çavlirê wî Serê rê nagirim, tişt nake, rêwî Here! Wi dû te ra ez nagirîme Dirêjînim pîyalêk av ku bêwî Çarîna 10ê Şevê li xewnê û ro li xiyalê Xweş im ez wi xiyala te hevalê Xiyala te wi min ra ye timêşe Hema îşev dixwazim bejn û balê Çarîna 11ê Şemalek tê û min ber ve te tîne Tê ku destê dilan wi hevdu gîne Ezê ber ve te têm pêxasi pêxas Biwîn solê mi da rîgek tunîne Çarîna 12ê Li sîmên berqê rûnişt zirbe sarek Ji saran çar qedem wêda çinarek Ji vî rûsariya wi dest xwe da ma Xwe da şewtî û dil bijyaye arek Çarîna 13ê Çima hatî? Çima dîsa te ha kir? Çima va kone xermana li ba kir? Çima ez dîn kirim berdame çollê? Çi karû va te wi xermanê xwa kir? Çarîna 14ê Şevêçû li şevek ella mezarî Xwedê jî gurmijî, hînganê barî Me deng û hêstirê xwe tev li hev kir Û bangî kir birîna kûr û karî Çarîna 15ê Selamê min li Şêrkoyê kelatî Xerîbê li wêlêt bê hemwelatî Selamê min selamek bê tema ye Dêhatî me dêhatî me dêhatî Çarîna 16ê Li çollê bê xwedê ez jî xerîb im Li kûçên (Bêkes)î gaşe te dî bim Qezel ji her du çavên min dibarî Te got qulmek birêj şayed ku tî bim Çarîna 17ê Werin ku taliyan talan kirim ez Werîn talê ku pê xwa dagirim ez Şev îşev dîsa li çavê mi nare Hezar car zinde bûm disa mirim ez Çarîna 18ê Xwedê zane ji xwa jî westiya me Ji manê westiya, ji çûnê mame Sibê ta şev xiyalên xam dipêjim Şevê jî ta sibê heyran û pa me Çarîna 19ê Tu hîva asimîn, ez li zemînê Ji herdê destê min nagê evînê Tu jî wi ser mi da xar nawî emma Dilê min îşix e li hîverwînê Çarîna 20ê Xiyalê te li dar e natê tewnê Tu şîrîn î li çavan natê xewnê Dixwazî yê dilan dil da bimîne Guçê dil da veşêr mîna li kewnê *ji kurdên Xorasanê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sadiq Ferhadî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz