Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sadiq Ferhadî

Sadiq Ferhadî

2 görüntülenme 0 beğeni
Çarîna 21ê Tu rakev rinda min, ez pa dimînim Perestar im, birînan va dimînim Tu rakev bexta min, malava, xew xweş Mepirs sa çi li vî dinya dimînim Çarîna 22ê Tu rakev rinda min, xew rind e sa te Siweynda ku dixwazim bêwme ba te Dixwazim sorgula xwa şa biwînim Tu rakev rinda min, xew rind e sa te Çarîna 23ê Şemalê serkêşi sari berêvar Xewer anî ji bêdadê şevê sar Xerîb dengek dibîzim ji derek dûr Ne xanî ma ne ocax û ne jî ar Çarîna 24ê Hewayî me hema işkesti bal im Ezê ji derdeke zalim dinalim Xerîb dengek dibîzim ku dixwîne Eman ji derdê zalim, derdê zalim Çarîna 25ê Şevêçû ta siwê barîm wi dû te Şev îşev sar û çîksa, zexnewût e Li ber çavên şevê sê kes dilerzin Dil û pişt û qerey min va ku rût e Çarîna 26ê Qe va ku şair im yani tenê me Were vaje werîn, ez çav li rê me Were wi navê işq, wi navê avê E jî ta her derê ber ve te tême Çarîna 27ê Eger şîrîn î ez tal im, bibaxşîn Eger ber ve te nakalim, bibaxşîn Eger goştê te rijiya û ti xallî Ji min narêje, dîfal im, bibaxşîn Çarîna 28ê Li çavan haweke hişk bûne hêstir Dubêytî jî ji dil ra nabe pirtir Li dil rûnanine hengên dutarê Wi dû vî şairê dîn kê nifir kir Çarîna 29ê Tu helbesta ji tay dil da dibêjim Evîna ku ji çavan da dirrêjim Tu hatî patinê li nav du aran Xwedê carê, e(z) jî carê dipêjim Çarîna 30ê Hewa barî, dilê herdê nerim kir Ro yê jî herd li asmîn piştgerim kir Zemînê şallê hêşin da serê xwa Guman kim tazi ji asmîn şerim kir Çarîna 31ê Qezel yani eger carê biwînim Derek dûr narime ku vaje bînim Tu helbestan li çavên min dixwînî Û giştan ezber î pêş ez bixwînim Çarîna 32ê Ezê çav mêşin im, kewna te jî şîn Tu heyrana min î, ez sa te ra dîn Li canê hîlîyan derd û belên te Biwîn çiqes li hev datênê em hîn Çarîna 33ê Xema şîrîn delalê tal kirim ez Ji her talê biwêjin taltir im ez Niha jî westiyame xelko bêlin Serê xwa dayînim ta bimirim ez Çarîna 34ê Evîn rengîn xelata asimîn e Sewa me xwîn e, xwîna kesk û şîn e Tu ku aşiq nebûyî ku bizanî Zivistan ew bihara bê evîn e Çarîna 35ê Şevaro bi xiyalan da musafir Nemaz işkesti me, ikesti xatir Şevek hatî û îşix bû şeva min Du çavên te nemaza min qeza kir Çarîna 36ê Tu derya yî, tu derya yî, tu derya Tu tama hêstirên gewrî mi da ma Bigerrim ser te şîrînê, ku min tî Dibê ser avê û tî tînî dîsa Çarîna 37ê Diçû û çav bidû çavên kelê kê Mida ma û welat û welwelê kê Bi dû ra hesretên ku çûne asmîn Xwdêyo! dagirî neynin belê kê Çarîna 38ê Hinek ferhad in emma bêmecal in Hinek şîrîn in emma tali tal in Zimanê têvşu jî nare serê wan Nizanim ku dil in ya textesal in Çarîna 39ê Şemalek tîne bîna nazenînê Ezê hîn fam dikim bîna evînê Eger Ce`ferqulî bîne dutarê Tînim Milwariyê ji bin zemînê Çarîna 40ê Ezê cînarê durnên asimîn im Zemîn teng e, ne heja ye bimînim Xwedê yo! min bixwaz tarînemazek Bêwim ji çavê te dinyê bibînim *ji kurdên Xorasanê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sadiq Ferhadî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz