Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn

15 views 0 likes
- Aaa... Aaa... A. Piş... Pişş... Pişşş... - Dada! - Ha dada qurban. - Bavê mi kengî tê? - Bavê qîza min çûye xebatê. Derekî dûûûr!.. - Bavê mi çûye hebatê, ji me le pela tîne? - E dada min. Bavê qîza min çûye xebatê ji me re peran tîne. - Pill tîne? - Pirr tîne. - Bavê mi pil pela tîne, em êdî ji şel şelgoyan nan belhev nakin? - Erê berxika m`. Em êdî ji ser sergoyan nan berhev nakin. Emê nanê firnê bixwin... - Bavê mi gelekî pela bîne, ej dibêjim ji mi le bûkek naylonî bikile. Bila polê wê jî hebe, e dada? - Erê piçûka dada xwe. Bila porê wê jî hebe û çavên wê jî şîn bin. - Cotek şolên şol jî wê ji mi le bikile, lêêê... - Baba, ji keçka min re cotek jî solên sor dikirre. - Bila baba wele... - Aaa... Aaa... A. Piş... Pişş... Pişşş... - O dada! - Ha dada qurban. - Bavê mi çima cilê hwe nebiline? - Ew dera ku baba çûye de yek cilan li xwe nake, lewma! - Dada! - Ha dada bi qurban. - Ti çima hel loj cilên baba bêhn dikî û diglî? - Mi bêrîya baba kiriye! - Mi jî pil bêliya baba hwe kiliye. Piiill... Eeewkaşş! - Lorî... Lorî... Lorî...Lor... Bavê keçka min çûye ciyek dûr! Ji keça min re kirrîne cotek solên sor. Anîne ber çemê Xêbûr. Segên har avêtine pêşî, Ferek birine, ferek hiştine!.. *Ev kurteçîrok pêşî bi zaravaya zazakî hatiye nivîsîn û di kovara Vate hejmara 17an de weşiyaye. Dû re, ji alî nivîskar ve li kurmancî hatiye wergerandin.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Roşan Lezgîn
🛒 0

Your Cart