Ji dilê kûr dinalim ez
Jîna min tev bûye merez
Xeman hinav xwarin bi gez
Belê çima dinalim ez
Xwene çimkî kurdim gelo
Yan jî perîşanim dilo
Dil çemê derdane gelo
Di herike bi hêz û bez
Rengê Cîhan kemiliye
Weke bûkê xemiliye
Awaz û deng û şahiye
Cotyarim bê bistan û rez
Xortekî dil vîn û xwazim
raman û rist û awazim
Evîna mirovan ezim
Dilbera min jê dûrim ez
Belê çima dinalim ez
Dil maye bê şîlan û werz
Doza min hê kerik û kevz
wêrane ji keleş û diz
lê canê ma tu nizanî
barê milê min giranî
bo xwe û te min hilanî
min daye ser vê rê bi lez
bi lerz û lez û kêferat
weke rojê tême hilat
ji pişt çiya kevir û lat
bi rista xwe ronakim ez
belê çima dinalim ez
wek şivanê Gur xwarî pez
wek bilbilê bê gul û hej
bi qêrîn û fîxanim ez
her ezim ew tav û baran
ezim ew dengê şoreşvan
bilbilê nav bax û bistan
rehberê roja kurdim ez
bermayê Mîtan û horî
ji bo dozê dikim gorî
canêm ser vê rê diborî
şêrînê nû ferhadim ez
şêrînê armanca minê
tim li bîr û hizra minê
bo te dijîm li vê dinê
bê te canê bê navim ez
herdem diçim encûmanê
Dikim doza te lê canê
şox û şengê Gulîstanê
Siyamend û ferhadim ez
Ezim pêla çem û derya
ezim şîpê deşt û çiya
belê bîna bax û giya
keyxisrewê çaxême ez
Bo canê Diçim zindanê
Diçim cengê li meydanê
Were canê şoreşvanê
Xwînê bidin baxan û rez
Canê Jiyan ji mirnêye
Serfirazî ji xwînêye
Buhar li pey baranêye
Ji xemsarî jan û merz.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pêşeroj Cewherî şiirlerine dön