Deh û duyê avdare serhildan
çesipandin vê deye kurdistan
Destan û hinerê xwe dan xuyan
Dîsan bi derew wê dikin rûdan
Gava qamişlo pirîskan avêt
Amûdê medî bû agir û pêt
Wek pêlên derya kurd rabûn serxwe
Kîna kur û dûr lehyê da ber xwe
Bi vî rengê rind nameya xwe şand
Dîwarê tirsê milletî şikand
Bese koletî ji îro pêve
Doza me kurdan mafê mirove
Kurdan di kujin bo çima kurdin
Dijminê faşî gend û ne merdin
Birastiya wan sext û derew bû
Wek rêkevtina saykis bîko bû
Êvara cejna newrozê kujtin
Xwîna xortên ser xakê rijtin
Ketin bin lingan dîrok û rûmet
Ger namûs hebe rabe ey milet
Ey welatê min xakê şehîdan
Kanî ji kêre rakim gazinan
Dengê min nakin koma cîhanê
Kiye xwediyê te kurdistanê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pêşeroj Cewherî şiirlerine dön