Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pertew Begê Hekarî

Pertew Begê Hekarî

2 görüntülenme 0 beğeni
şibhî husna dîlberê canî çû mehrûyan nebû Remz û enîn û ara mîslê cefacûyan nebû Sêhr û efsunê di çavan resmê cadûyan nebû Zulm û ew cewr û setem teşbîhê bedxûyan nebû çîn bi çînin zulfê di mîşkîn hewce ebrûyan nebû Xwînxwer û xwûnrêj û xwûnê qatil e ew mehleka Meyxwir û mexmûr û mest e serxweşa can ez feda şehsiwarê sir û kêr e seydê bendî merheba Sed wekî min fîl û aslan kirne zindana bela şubhê şêrê dil kesek ma seyda humanan nebû Gulîzar û gulrex û gulçehre û gulpîrehen Sîmîsaq û sînesîm û sîmber û sîmînbeden Xunçepustan, xunçeleb, xwe xunçe û xunçedehen Tensemen arîdsemen sertabiya siyasemen Ev letafet ev nezaket qet çû dilcûyên nebû çûye geştê dilbera min wê derengî bû nehat Qet ji Yûsiv bo dîlê Yaqûb min yek bû nehat Kuştim ez vê intizarê ew meha mehrû nehat Yek îşaretek nekir ku bo min ra jî ebrû nehat Kafir e bêrehm û îman lewme bedgoyan nebû Bo ebîr û enber e ya bo binefş û bo gul e Afîtab e mahîtab e şemseya mehra dil e Gujdîm e ya `eqreb e dûvînk e yane kakul e Eşbeq e yane agir e yane belayek muşkîl e Yane terzek taze ye sîma meyan muyan nebû Aşiq e ya mest e Pertew dîn e ya dîwane ye Teyhû ye ya qumrî ye ya bilbil û perwane ye Ya xerdmend e qewî ya aqil û ferzane ye Ya d nîva aşiqan Pertew dîn e ya dîwane ye Lew ku mîslê wî kesek der kuçe û koyan nebû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pertew Begê Hekarî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz