Ser wê azad û qed eşnayî te yeksan e li min
Sibhî halê me serê zilfê perîşan e li min
Ew qeder cewr û cefa û stem dîtin e min
Dize yek lûtfê te qîmet bi dused can e li min
Derheqî min te wekî nîne serî rehma kerem
Ji lebê le’lê dur û yek te ehsan e li min
Sebir û seman û sekûn pir li me dijwar e gelek
Ecel û merg û mirin haleteke asan e li min
Ger çi min nîne li nik te qedrê mû di qedir
Bendeyê xakî, diret mislî Sileman e bi min
Ji xetê hizretê min dîdey can rewşen bû
çi hedê Pertewê yara wê bende bibet
Nakim û malikê rûxan sekî cananê bi min
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pertew Begê Hekarî şiirlerine dön