Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Nezîr Palo

Nezîr Palo

2 görüntülenme 0 beğeni
Li xwîna xwe dereng dimînim ew xwîna ko di bihna pelîsank¹ û sicê² de hêrsa xwe vedikuje û jana rengê xwe ji darivtina rengên bê tebat dihûne û çîrokî sermestiya xwe têde vedişêre ew xwîna ko bi kenê serjêkirî difire û xemkêşiyê di berbanga êşê de diguvişe û bi ser termê bêdengiyê de peymanên bejî dirêse li xwîna xwe dereng dimînim ew xwîna ko di talanê de ji bîrve diçe û di temenê min de kayika şînê velûdike ew xwîna ko bîranîna titûn di brîna rengê xwe de şiyar dike pencera xewnan di şêlûpêla pirsê de vedike û di hêlîna bendemaniyê de hulma kufikê vedimrîne ji bejna Royê sosine tevizî diçine û di salên herftî de bi hêvanê meşextiyê nalînê dimeyine Li xwîna xwe dereng dimînim ew xwîna ko bihnxweşiya evîne di neynika xwe de vêdixîne û xilmaşbûna demê bi çirûskên giyanê dişkîne ew xwîna ko sînorên qîrînê derbas dike û di asoyên gêjbûnê de ziwabûna sibeyên cejnan disotîne Li xwîna xwe dereng dimînim ew xwîna ko li şûna xwe dengvedana stranên sirgûniya xwe dihêle û di bîrîkirina berfê de sirûdên koçbariyê dilorîne û di sazên baranê de tîbûna xwe dixwîne ew xwîna ko di navnîşanên beravêtî de diherike û di kezeba axê de keseran diçîne û di pença min de bi helbestan de vedide ¹: Pelîsank: Bi erebî: Beylesan ²: Sic: Zeyzafon

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Nezîr Palo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz