Li benda lewanteya te dimînim
ku pê henasa xwe mişt bikim
nema ez dikarim rawestim
aliyên te yên nependî min ber ve xwe dikşînin
hîn dûmahiya çêja gewdeyê te min nexwendiye
ta ku sîbera te birijînim tîbûna xwe
û stêrkên memikên te, di nav lêvên xwe de vêxînim
Ez ê nota strana xweşikbûna te, bi tiliyên xwe bijenînim
û bi vedenga te ve venûsim
destpêka bejna te ji nuh ve tûmar bikim
biherikim hemî şanên te
û di seranserî rewrewka te de zîlbidim
Ezê rewşena mista xwe li ser nazikiya te belav bikim
di pirîşka bihnxweşiya te de biponijim
û hemî bijandina te bi ser xwe de darivînim
Bila di ahanga navê te de, ez bême stirandin
weke mijekî di xewnên te de amede bibim
û dûriya şîniya te biçinim
bila di berbanga çavên te de hişiyar bibim
û li welatên êvarên te sermest bikevim
Ezê çivîkan amedeyî dilçûna te bikim
û kulîlkên bejna te hînî hilperîna serxweşiyê bikim
ta ku di nav nefel û karûşê de, em lerizîna xwe wergerînin
bila ava tevizandinê, sermestiya me bêjê.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Nezîr Palo şiirlerine dön