Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Necat Zivingî

Necat Zivingî

2 görüntülenme 0 beğeni
karxezaleke nenas li lûtkeyên dil digere şeydatî dizê ji nezaniyê hespek şehmoz e rabûye pêdarê kaniyek der dibe ji dû pûşiyan xulxulîna newal û çiyan senfoniyek e ligel guşîna şirşar û çeman nêçirvanê amanca tîr û xedengan bûye nêçîr bi hezar cûre û rengan teyrê sîmir e, li asîman kon vedaye melekê tawus li dara herherê venişiye har bû harayê berz û herikî ‘umana işqê serê xwe yê belûr bilind kir daristaneke celebmend lê gur û geş bû haoma diteyisîne nemiriyê bi rengê berferojê wê çirayek pêxist agir bi ‘alemê xist ji qedeha dîonysos û newaya apollon efsûnek afirî geriya gerdûn girnijî hêvî dil bi dil hil bû ref bi ref bi rê ketin êdî nema tebat û sekin.   *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Necat Zivingî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz